Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HPG: Em şehîdên Selmasê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Horuş: Gotina ‘bicihanînê’ ya COP31 û polîtîkayên li qadê li hev nayên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî
Kurdistan

KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

"Van şehîdan bi berdêla jiyana xwe bûn mamosteyên herî mezin ên jiyanê. Ew wesiyet û nirxên lehengên dîrokê, wekî Qazî Mihemed, ji bîr nekirin û wekî wan rêberên leheng, xeta berxwedanê kirin bingehê jiyana xwe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî ku dema dawî şehadeta wan hate ragihandin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dema ku behsa rastiyên şehîdan û berdêlên wan tê kirin, divê ruh, hest û ramana me jî li gorî giraniya wan rastiyan bin. Bi taybetî li welatekî weke Kurdistanê, ku êş û zehmetiyên jiyanê di her aliyê wê de kûr in, divê her kes li gorî hêza xwe hewl bide ku bersiva van rastiyên giran û çareseriyên wan bibîne.

Dijmin bi sed salan e ku êrîşên xwe yên fîzîkî, derûnî, çandî û siyasî li ser gelê Kurd didomîne. Gelê Kurd, tevî koçberî, girtin, kuştin û hemû zehmetiyên giran, her tim bi berxwedanê li hemberî van êrîşan rawestiyaye. Lê di nav vê dîroka tijî êş û zehmetiyan de, qehremanên ku berjewendiyên kesane yên xwe dan aliyekî û evîn û hesreta azadiyê ji dijminê xwe re neguherandin, derketin holê. Ew hevalên ku heta dawiyê li ser rêya xwe man, berxwedan û di vê rê de şehîd bûn.

Dema ku behsa berxwedana van hevalan tê kirin, divê têgeh û wateya vê berxwedanê jî bi kûrahî were nirxandin. Di dîroka Kurdistanê de, berxwedana wan hevalan rastiyeke bêhempa ye. Bi salan di şikeftan de, bê av, bê xwarin û bê razanê, di bin gefa berdewam a êrîşên dijmin û bombardîmanên kîmyayî de, li hemberî yek ji hovîtiyên herî mezin ên dîrokê li ber xwe dan. Ev berxwedan bi xweberî pêk nehat; ji bo avakirina wê zanebûn, bawerî, îrade û amadekariyeke kûr pêwîst bû.

Van hevalên şehîd, ku bi rêberiya Rêber Apo mezin bûbûn, di asta herî bilind a jiyana komînal de bûn. Ew bi ruhê xwe yê komînal, fedakariya bêhempa û şêwaza xwe ya jiyanê di nav tunelên şer û çeperên cuda de yekîtiyekê diafirandin. Her tim bi têkoşîn û fedakariya xwe ronahiya hêviyê zêdetir dikirin û rêya azadiyê bedewtir dikirin. Bê guman, bêyî vê ruhê komînal û baweriya kûr, ne mimkûn bû ku berxwedan bigihîje vê astê.

Dema ku mirov li hemû hûrguliyên berxwedana van şehîdan dinihêre û li ser wan difikire, dibîne ku mirov hem wekî hevalên wan û hem jî wekî endamên gelê Kurd, li hemberî wan rastiyan xwe deyîndar dibîne. Rast e ku malbatên ku berdêl dane, bi taybetî dayik û bavên wan, êş û xemgîniyeke giran dijîn. Lê divê ev yek jî were zanîn ku van şehîdan bi jiyana xwe destana lehengî û berxwedaniyê nivîsandiye. Ew bi zanebûneke kûr dizanîn ku ji bo armanca xwe çi biryarê didin û ji bo vê armancê çi berdêlê didin. Ev rastiyên jiyanê ne ku her kes dikare bi wan re rû bi rû bibe û wan bijî. Lê ew heval, ji bo welatekî bindest, bi can û xwîna xwe dîrokeke nû nivîsandin.

Li ser vê bingehê, divê her Kurd, bi taybetî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên ku berdêl dane, nêzîkatiyeke bi berpirsiyarî û hişmendî li hemberî van rastiyan nîşan bidin. Nêzîkatiyên hestyarî û xemgîniya kûr li hemberî windakirina wan qehremanên mezin tiştekî xwezayî ye; ji ber ku tu kes nikare cihê wan tijî bike. Lê di heman demê de, divê em ji bilî bîranîna wan, wateya siyasî, civakî û felsefî ya berxwedaniya wan jî fam bikin û biparêzin.

Divê gelê me baş bizane ku di nava rastiyên dijwar ên şer û berxwedanê de, her kes bi biryar û helwesta xwe beşdarî çarenûsa vê têkoşînê dibe. Dijmin bi rêya êrîşên şerê taybet dixwaze vîna berxwedanê bişkîne, nirxên wê ji holê rake û bîranîna wê bêwate bike. Ji ber vê yekê, erkê me ew e ku em rastiyên ku van hevalan jiyane baş nas bikin, wan ji nifşên nû re veguhezînin û bîranîna wan bi berdewamkirina nirxên wan zindî bihêlin.

Malbatên me yên ku berdêl dane, divê ew rastiyên ku van hevalan jiyane bi awayekî kûr bişopînin û bîranîna wan ne tenê wekî bîranîna kesên windakirî, lê wekî mîrateyeke fikirî, siyasî û jiyanî biparêzin. Van şehîdan bi berdêla jiyana xwe bûn mamosteyên herî mezin ên jiyanê. Ew wesiyet û nirxên lehengên dîrokê, wekî Qazî Mihemed, ji bîr nekirin û wekî wan rêberên leheng, xeta berxwedanê kirin bingehê jiyana xwe.

Di vê çarçoveyê de, em weke Komelgeya Jinên Azad Ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji bo bîranîna şehîdên Rojhilatê Kurdistanê ku navên wan hatine ragihandinê, piştgiriya xwe ji malbatên wan re dubare dikin. Em wekî hevrêyên wan şehîdan soz didin ku xwedî li nirx û mîrateya wan derkevin, û di şopa wan de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di hemû şert û mercan de vîna xwe xurtir bikin û wekî tîrêjên rojê, ronahiya rêya azadiyê bidomînin. Em bîranîna şehîdan bi berdewamkirina rê û nirxên wan zindî dihêlin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE û Venezuelayê li ser hevkariya leşkerî li hev kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Esenyûrtê banga berxwedanê: Em edaletê li qadan pêk bînin

Platforma Saziyên Demokratîk li dijî desteserkirina îradeya li Esenyûrtê bang kir ku li qadan dengê…

Ji aliyê Stêrk TV

Skandala Gendeliyê li Ukraynayê: Wezîrê Berê yê Enerjiyê hate binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke mezin a gendeliyê de ku sektora enerjiyê ya Ukraynayê hejand, Wezîrê berê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Neyên lîstokan, yekîtiya xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bal kişand ser êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE û Venezuelayê li ser hevkariya leşkerî li hev kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HPG: Em şehîdên Selmasê bi hurmet bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?