Li Îsraîlê piştî hilbijartinên meha Cotmehê, xebatên ji bo avakirina hikûmetê didomin. Gadi Eisenkot ê bi avakirina hikûmetê hatî wezîfedarkirin, partiya Likud a di bin lîdertiya Netanyahû de ji bo avakirina hikûmeteke koalîsyonê ya muhtemel vexwend muzakereyê.
Di daxuyaniya ji aliyê partiya Yashar a Eisenkot ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku tê plankirin hevdîtin roja yekşemê destpê bikin.
Eisenkot divê di nava mehekê de hikûmetê ava bike.
Li gorî daxuyaniya Yashar, Eisenkot ji bo nirxandina hemû bijartekan ji ekîba muzakereyê xwestiye ku nûnerên Likud vexwîne hevdîtinan. Nûnerên her du partiyan yekşema borî jî hatibûn ba hev. Eisenkot diyar kir ku ew ji bo hikûmeteke ku endamên Likud têde cih bigirin, vekirî ne û ragihandibû ku ew ê beşdarî koalîsyoneke bi serokwezîriya Netanyahû nebe.
Likud jî piştî vexwendinê, ji bo tevlîbûna hikûmeta yekîtiya neteweyî hin şert û merc ragihandin. Partiyê xwest ku “êrîşên şexsî û gotinên nefretê” yên li hemberî Netanyahû û hikûmetê bi dawî bibin.

