Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Oduncu têkildarî rola jinê ya di avakirina aştiyê de ji ANF’ê re axivî. Zeynep Oduncu diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê bi tevgera azadiyê ya Kurd re bi pêş ket û anî ziman ku civaka demokratîk û avakirina aştiyê ji aliyê avakirina qadên jiyana azad ên jinan ve girîng e. Her wiha destnîşan kir ku jin hem ji ber nasnameya xwe ya Kurd hem jî ji ber jinbûyînê bi du aliyan têkoşîna hebûnê dimeşînin.
Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku avakirina aştiyê qadeke welê ye ku bi salan e dixwazin ava bikin û got, “Avakirina aştî û demokrasiyê nîşaneya herî eşkere ya wê yekê ye ku jin dikarin têkildarî jiyana xwe xwedî gotin bin. Avakirina civaka demokratîk li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê wê wateyê ku jin li gel mêran li her qada jiyanê hebin, xwe îfade bikin û gotina xwe bibêjin.”
Zeynep Oduncu bi bîr xist ku li her devera cîhanê jin bi komkujî, zilm, windakirin, destavêtin û destdirêjiyê rast tên û anî ziman ku avakirina civaka demokratîk ji bo afirandina jiyaneke dûrî tundiyê ya jinan gelekî girîng e.
Bi dewamî anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinê di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de yek ji qadên bingehîn ê têkoşînê ye û gotina “Jin azad nebe, civak azad nabe” ya Rêber Apo bi bîr xist. Zeynep Oduncu got, “Ev gotin weke perspektîfekê li pêşiya me hate danîn û vegotina fikrekî ye ku divê ji hemû gelan re bê ragihandin. Birêz Abdullah Ocalan di vê mijarê de pirtûk nivîsî, şêweyê avabûna civakekê li ser azadiya jinê, guherîn û veguherîna wê nirxand. Nêzîkatiyeke welê danî holê ku veguherîna civakê di ser azadya jinê re pêk tê.
Îro dema hevdîtin li Îmraliyê tê kirin, destpêkê li ser hebûna jinê tê rawestîn. Herî dawî di nota ji jinan re şand de, baweriya xwe ya bi wê yekê careke din anî ziman ku jin bi azadbûnê dikare civakê biguherîne û veguehrîne. Xeta têkoşînê ya azadiya jinê li ser vî fikrî tê hûnandin.”
Zeynep Oduncu destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo jinan wê pêşî li têkoşîna azadiyê veke û got, “Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd, azadiya fikir û rêbaza têkoşîna jinê. Ev jî wê azadiyê bi xwe re bîne.”
Parlamentera Êlihê ragihand ku perspektîfa Rêber Apo divê ji nifşên nû re bê ragihandin û anî ziman ku weke jin ew daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girîng dibînin û divê bi lez bersiv ji vê daxwazê re bê dayin.
Zeynep Oduncu diyar kir ku bêdengbûna çekan ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo aştiyeke mayinde divê maf û azadiya jinan a jiyanê bê garantîkirin.
Di vê der barê de got, “Îro çek bêdeng bûne, lê belê ev yek bi tena serê xwe ne ew zemîn e ku aştiyê bîne. Bêdengbûna çekan yek ji gavên gelekî girîng û mezin e. Îro ji ber ku çek bêdeng bûne zemîna şer nîne. Êdî cenaze nayên. Lê belê gavên piştî bêdengbûna çekan bêne avêtin divê di wê astê de be ku pêşî li têkoşîna azadiya jinan veke.
Eger îro hîn jî jin têne qetilkirin, di nava jiyaneke ne ewle de hewl didin hebûna xwe biparêzin û li welatan bi rengekî ku hewcedarî parastinê ne dijîn, di vir de hin nuqteyên kêmmayî hîn jî hene. Li welatê me ku zemîna aştiyê tê danîn, divê em zemînên welê ava bikin ku qadên jiyanê yên jinan garantî dikin.”
Zeynep Oduncu bi bîr xist ku bi banga beriya du salan a Rêber Apo re hîmên bingehîn ên avakirina civaka aştiyane û demokratîk hate danîn û diyar kir ku avakirina civaka demokratîk divê bi garantiyên qanûnî bê xurtkirin.
Di vê çarçoveyê de got, “Di nava modela jiyaneke bi qanûnan hatiye garantîkirin divê ji mafê jiyanê heta bi yê kar hemû mafên jinan li her qadê bêne misogerkirin.
Eger em îro karibin civakeke demokratîk ava bikin, demokrasiyê bi rastî jî pêk bînin û maf û azadiya jinan bi qanûnan garantî bikin, hingî em ê nûçeyên li ser kuştina jinan nebihîzin. Dema ku sererastkirinên qanûnî yên pêwîst hatin kirin û qanûn hatin bicihanîn hingî jin wê di nava jiyanê de karibin bê tirs hebin.”
Zeynep Oduncu destnîşan kir ku weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, TJA, Meclîsa Jinan a DBP’ê û koma parlamentê dibêjin, di avakirina aştî û civaka demokratîk de divê jin xwedî gotin be û jin hêza bingehîn a guherîn û veguherîna civakî ye.
Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku eger jin di nava mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin û karibin gotina xwe bibêje, ev yek wê karê avakirina civaka demokratîk hêsantir bike.

