Gerîlayên YJA Starê Edessa Roj û Aryen Zinar Botan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivîn.
Gerîla Edessa Roj bi taybetî anî ziman ku modernîteya kapîtalîst jiyana jinê dike hedef, li her qadê dixwaze wan bike kole û destnîşan kir ku li dijî zîhniyetê navborî divê li her qadê têkoşîneke bêeman bê meşandin. Ji bo mayina li ser piyan û têkoşîn li dijî tundiyê jî Edessa Roj anî ziman ku rêxistinî û xweparastin pêwîstiyeke bingehîn e û diyar kir ku tundiya li hemberî jinê ne tenê li qadekê ye, lê belê li çar aliyên cîhanê bi milyonan jin li tundiyê rast tên. Edessa Roj got, “Têkoşîna jinê ya li hemberî vê tundiyê jî divê di asta global de be” û bal kişand ser girîngiya avakirina jiyaneke azad û demokratîk.
Gerîla Edessa Roj ragihand ku jin çiqasî karibe xwedî li nasname, çand, nêrîn û nirxên xwe yên azadiyê derkevin hingî avakirina civakeke azad jî ewqasî pêkan e û got, “Jin ne tenê bi hêza xwe ya fîzîkî divê bi mejî, zanîn û îradeya xwe jî têbikoşin. Jinên li tevaniya cîhanê li dijî qirkirin, tundî û emperyalîzmê divê dest bidin hev, mil bidin hev û xwedî li azadiya xwe derkevin. Têkoşîna azadiya jinan mîrateyeke pîroz e, divê her jin bi vê zanebûnê tevbigere.”
TUNDIYA LI HEMBERÎ JINÊ HER ROJ ZÊDE DIBE
Gerîla Aryen Zinar Botan bi wesîleya 25’ê Mijdarê jin hemû silav kir û got, “Ez bang li hemû jinên li qadên azadî, berxweedan û têkoşînê dikim. Bi rastî jî li qadên siyasî, rêxistinî û çalakiyan jin çiqasî karibin xwe bi pêş ve bibin û xurt bikin, wê ewqasî jî karibin li ber sîstema bi serweriya mêr rabin. Çiqasî karibin xwe ji sîstema bi serwerya mêr dûr bixîne û hebûna xwe biparêze wê civak jî ewqasî azad bibe. Tundiya li hemberî jinê her roj zêde dibe û sedema bingehîn a vê yekê jî kêmasiyên li qadên têkoşînê ye. Eger em i her qadê û li nava her civakê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin, em ê karibin li hemberî sîstema bi serweriya mêr û stratejiyên şerê taybet serketinê bi dest bixin. Stratejiyên şerê taybet di vê serdemê de gelekî zêde ne. Mînakên herî mezin ên vê jî Rojîn Kabaiş û Ozgecan Arslan e.
Ev şer bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin. Ji ber ku sîstema bi serweriya mêr zane ku eger li nava civakê wê tiştek biguhere ev yek wê bi saya berxwedan û hêza jinan pêk were. Felsefeya Rêber Apo xwe dispêre esasê derxistina nasnameya jinê. Ji ber vê jî divê em bi vê felsefeyê gavên xwe biavêjin û asta xwe ya berxwedanê bilind bikin. Tundiya li hemberî jinê ne tenê fîzîkî ye. Sîstema serwer dixwaze jin tenê bi malê ve girêdayî be û tiştekî din nikaribe bike. Halbûkî em alavek nîne; em xwedî nasnameyeke xweser in. Bi avakirina komînan em dikarin li malan, li taxan û li her qadê sîstema xwe ya xweparastinê ava bikin. Bi xeta xwe ya azadiyê, bi rêxistinbûn û xweparastinê em dikarin li ber hemû êrişên sîstema bi serweriya mêr rabin. Weke ku di dîroka 50 salî ya Tevgera Azadiyê de hate dîtin, jin bi piştevanî û rêxistinbûna li her qadê dikarin encamên serketî bi dest bixin.”

