Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê têkildarî COP31 a bi malûvaniya Tirkiyeyê hate lidarxistin, daxuyanî da û diyar kir ku konferans ji bo krîza avhewayê çareserî nehilberand. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku COP31 hilweşiya û got, “Muzakereyên li Antalyayê dewletan û sermayeyê li pişt deriyên girtî meşandî, ji bo krîza avhewayê bersiv nehilberand.”
Hate diyarkirin ku tevî 2 rojan konferans hate dirêjkirin jî, 22’yê Mijdarê bêyî ku li ser metneke encama siyasî ya hevpar lihevkirinê çêbike bi dawî bû û tengasiya navneteweyî ya di polîtîkayên avhewayê de nîşan da.
Komîsyonê ragihand ku tevî banga nêzî 130 welatan a ji bo rizgarbûna ji sotemeniyên fosîl jî petrol, komir û gaza xwezayî di metnê de cih negirtiye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkildarî fînansmana avhewayê welatên pêşketî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne û bal kişand ser nakokiya Tirkiyeyê ya navbera polîtîkayên avhewayê û polîtîkayên enerjiyê.
Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê bang kir ku razemeniyên ji bo sotemeniyên fosîl bên rawestandin, ji bo santralên komirê teqwîma girtinê ya girêdanker were amadekirin, emîsyona teqez were kêmkirin û bernameyên berfireh ên ku ewlehiya karkeran mîsoger dike, bên avakirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Antalyayê car din diyar bû ku edaleta avhewayê bi biryara dewlet û şîrketan nabe. Divê têkoşîna hevpar a gel, kedkar, jinan û parêzvanên jiyanê, were mezinkirin.”

