Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bexdayê biryar da ku mudaxileyî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û qadên petrolê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    43 roj in bersiva serlêdana ji bo taloqkirina înfaza nexweşa losemî nehatiye dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Jin wê azad bibin, civak wê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê banga 25’ê Mijdarê: Jin azad nabe civak nabe xwedî siberoj

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Sala 2025’an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Azadiya jinê bingeha civakeke azad û demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Rihayê di salekê de 2 hezar jin rû bi rûyê tundiyê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî
Jin

Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî

Meclisa Jinan a Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hate lidarxistin û hate gotin ku 25’ê Mijdarê bibe wesîleya destpêka pêngaveke nû ji bo civakek bê tundî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê berpirsyartiya her kesê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, bi beşdariya jinan û beşên cuda yên civakê bi pêşengtiya Meclisa Jinan ya Binarê Qendîlê çalakiyek hate lidarxistin û piştî çalakiyê daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayîn.

Di destpêka çalakiyê de daxuyaniya Meclisa Jinên Binarê Qendîlê ji aliyê Serwîn Celal ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Îro em li Binarê Qendîlê kom bûne da ku dengekî hevpar, dengekî li dijî her cûre tundî, zilm, cudakarî û heqareta li dijî jinan bilind bikin. 25’ê Mijdarê ne tenê rojeke, lê rojeke ku em li ser êş û neheqiya ku bi hezaran jin li çaraliyê cîhanê pê re rûbirû dimînin, bifikirin.

‘DENGÊ JINAN NAYÊ BÊDENGKIRIN’ 

Tundiya li dijî jinan ne tenê lêdan û îstîsmara fizîkî ye. Gef, îstîsmar, zexta psîkolojîk, sînordarkirina azadiyê, bêparhiştina ji perwerde û kar û astengkirina beşdarbûna jinan di biryardanê de, evane hemû cûrên tundiya li dijî jinane. Em li Binarê Qendîlê dixwazin îro peyamek zelal bidin ku rûmeta jinan nayê binpêkirin. Dengê jinan nayê bêdengkirin û divê tu jin ji ber ku ew jine, ji maf û azadiyên xwe bêpar nemîne.

Qendîl ne tenê naveke li ser nexşeyê, belkû jinên Qendîl ne tenê navekî li ser nexşeyê ye, lê jinên têkoşer, dayik, mamoste, doktor, hemşîre, cotkar û jinên jêhatî hene ku bi mêran re di avakirin û pêşxistina civakê de beşdar dibin. Em bawer dikin ku bêyî beşdarbûn û azadiya jinan tu civak nikare pêşveçûnek rastîn bi dest bixe.

‘BILA 25’Ê MIJDARÊ BIBE DESTPÊKA GAVEKE NÛ’

Em daxwaz dikin ku her jinek mafê jiyanek bêtirs, derfetên perwerde û kar û beşdariya jinan di biryardanê de hebe. Divê tu dozek tundiyê bi bêdengkirina mexdûrê neyê bidawîkirin. Divê jin di hemû warên jiyanê de piştgirî û parastina qanûnî û civakî werbigirin. Em dixwazin bibêjin ku azadiya jinan ne diyariyek ji kesî ye; Ew mafek xwezayî ye, rûmeta jinê bi gotinan nayê parastin. Belkû, ew bi kiryar, helwest û edaletê tê parastin. Bila 25’ê Mijdarê bibe destpêka gaveke nû ber bi civakek bê tundî, wekhev û bi rûmet ve.”

Her wiha di berdewamiya çalakiyê de Sarya Çiya daneyên li ser tundiya li dijî jinan ragihand û tê de wiha hate gotin; “Tundiya li dijî jinan ne tenê hejmar û doz in. Li pişt her hejmarê jinek heye, êş, tirs û heye.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin û Malbatê, 12 hezar û 456 gilî li Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin; Di nav wan de 3,500 dozên tundiya fîzîkî, 3,000 dozên tundiya navmalê, 99 dozên belavkirina wêne û vîdyoyan bê razîbûn, 95 dozên tundiya sîber û 73 dozên tundiya zayendî hebûn.

Di sala 2025’an de, Hewlêr, Silêmanî û Duhok di nav deverên ku herî zêde dozên tundiyê lê hatine tomar kirin de bûn. Her wiha di şeş mehên pêşîn yên sala 2025’an de nêzîkî 1,600 lêgerîna bi rêya telefonê li xeta germ ya 119 li Silêmaniyê hatine tomarkirin ku 950 ji wan ji jinan bûn. Piraniya bangan ji bo şêwirmendiyê û lêgerîna alîkariyê bûn. Hinek ji wan bi zorbaziya fîzîkî, psîkolojîk û sîber ve girêdayî bûn. Ev hejmar bangên xeta germin, ne tevahî gilînameyên fermî ne.

Li gorî raporek Rêxistina Aştî û Azadiyê, heta nîvê Gulana 2026’an, li Silêmaniyê herî zêde qetilkirinên  jinan çêbûne, piştî wê jî li Hewlêrê û Kerkûk tên. Ev hejmar tenê bûyerên hatine ragihandin dihewînin û asta êş û tundiya ku jin di jiyana rojane de dijîn bi tevahî nîşan nadin û ji ber tirs, zext, şerm an jî nebûna piştgiriyê nagihîjin saziyên fermî.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN E’ 

Em îro ji Qendîlê dibêjin; Divê tu jin ji ber tirs, zext, nebûna piştgiriyê an jî nebûna penagehê bêdeng nemîne. Têkoşîna li dijî tundiyê berpirsiyariya me hemûyan e; Ew berpirsiyariya malbat, civak, sazî, qanûn û desthilatdariyê ye. Jin jiyanek bê tirs, bê tundî heq dikin.”

Her wiha Dilşêr Îbrahîm peyamek sozê ya mêrên Binarê Qendîlê xwend û got: “Ji bo parastina rûmet û mafên jinan û bidawîkirina her cûre tundiyê, beşdarên merasîma 25’ê Mijdarê baweriya xwe bi wekhevî, azadî, rûmeta mirovan û mafên bingehîn yên jinan tînin. Em van soz û berpirsiyariyeke hevpar radigihînin:

1. Em li dijî hemû cûrên tundiya fizîkî, psîkolojîk, civakî û aborî ya li dijî jinanin.

2. Em pabendin ku rûmet, azadî û mafên yasayî yên hemû jinan biparêzin.

3. Em piştgiriyê didin perwerde, kar, beşdariya siyasî û civakî û serbixwetiya jinan.

4. Em bêdengiya li dijî tundiyê wekî helwesta xwe nabînin û emê hewl bidin ku rêyek ewle peyda bikin da ku alîkarî bê xwestin û qurbaniyan werin parastin.

5. Em ê hewl bidin ku civakê, bi taybetî nifşê ciwan, li ser maf û rûmeta jinan hişyar bikin.

6. Em pabendin ku di mal, dibistan, cihên kar û hemû saziyan de hawîrdorek ewle û dadperwer bafirînin.

7. Em parastina jinan tenê wek erkê Meclisa Jinan ya Binarê Qendîlê nabînin. Belkû vê, ew berpirsiyariyeke hevpar a hemû kes û saziyên di civakê de ye.

8. Em soz didin ku em vê peyamê di çarçoveya merasîmekê de nehêlin, lê bi rêya kiryar û helwestên xwe yên rojane bikin beşek ji jiyana civaka xwe.

Di dawiya çalakiyê de, darek wekî sembola tundiya li dijî jinan hate amadekirin û her jinek bi nivîsandin û daliqandina li ser darê beşdarî çalakiyê bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sîyasîkirina dîrokê

80 sal berê, di 1’ê Îlonê de Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kir, ku…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

QSD: Di êrîşa çeteyan de 3 şervanên me şehîd bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmanî Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê kir

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Sineyê zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogullari: Jin wê azad bibin, civak wê azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji DAKB’ê banga 25’ê Mijdarê: Jin azad nabe civak nabe xwedî siberoj

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?