Serokwezîrê Giravên Solomonê Matthew Wale û Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese 25’ê Mijdarê roja Çarşemê li Canberrayê peyman îmze kirin. Di çarçoveya peymanê de ku gelek qadên weke perwerde, tenduristî, polîs, enerjî, berxwedêriya avhewayê û binesaziyê di nava xwe de dihewîne, wê Awûstralyayê 10 salan 740 milyon dolarê Awûstralyayê (421 milyon Euro) alîkariyê bide Giravên Solomonê.
Di peymanê de tê destnîşankirin ku li Giravên Solomonê wê baregehên ewlekariyê ya jî leşkerî yên biyanî neyê avakirin û avaniya stratejîk ji mîlîtarîzasyonê, destwerdanên derve û ketina bê destûr bê parastin. Her wiha binesaziyên ragihandinê, enerjî, bendergeh û balafirgehan jî dikeve çarçoveya vê lihevkirinê. Yek ji şertên peymanê ew e ku Giravên Solomonê dema ku bi welatekî cuda re li ser qadên ewlekariyê yan jî binesaziyê yên krîtîk peyman amade kir divê bi Awûstralyayê bişêwire.
Serokwezîr Wale diyar kir ku welatê wî salên dawî bûye çavkaniya bêewlekarî û nediyariyê ya herêmî û got, “Ew dem êdî derbas bû.” Wale ku meha Gulanê dest bi wezîfeyê kir, têkiliyên bi Çînê re yên dema Serokwezîrê berê Manasseh Sogavare di ber çavan re derbas dike. Wale dema dest bi wezîfeyê kir, bi armanca xurtkirina têkiliyên bi hevkarên xwe yên kevneşop serdana Canberra û Washingtonê kir.
Giravên Solomonê sala 2019’an têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Taywanê birî bû û xwe nêzî Pekînê kiribû.

