Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de jin bi daxwaza mafên jiyanê, wekhevî û paşerojeke dûrî ji tundiyê li daketin qadan.
MÊRDÎN
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 25’ê Mijdarê li navçeya Artûklû ya Mêrdînê meşek lidar xist. Meş bi dirûşma “Bi îrade û hêza xwe niha dema jinê ye” pêk hat û li gel wêneyên Jîna Emînî pankartên li ser jiyana azad û rêxistiniya jinan hati hildan.
Piştî meşê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn axivî û anî ziman ku yek ji karê destpêkê yê rêveberiya qeyûm girtina saziyên jinan bû.
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî anî ziman ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî tundiya li malê, kolanan û kargehan, li hemberî mêtingeriya li ser kedê bilind bû û ji bo rêxistinbûn û piştevaniyê bang li jinan kir.
Meş bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
ÊLIH
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Xaçerêya Basinê heta bi Parka Yilmaz Guney meşek lidar xist. Di dawiya meşê de aktîvîsta TJA’yê Elif Kivircik daxuyanî da û diyar kir ku li cîhanê her roj bi sedan jin têne kuştin û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin û bi vî rengî mejiyê serweriya mêr têk bibin.
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî got, “Em ê bi rol û mîsyona xwe ya avabûna civakê rabin û serî li ber tundiyê netewînin. Em ê li dijî mejiyê mêr ê bi polîtîkaya bêcezahiştinê tê parastin, têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin.”
Daxuyanî bi dirûşm, çepik û tilîliyan bi dawî bû.
ŞIRNEX
Komîsyonên jinan ên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê li ber Edliyeya Cizîrê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Endama Desteya Rêveberiyê ya Baroya Şirnexê Edibe Burcu Mungan daxuyanî da û anî ziman ku tundiya li hemberî jinê binpêkirineke giran a mafê jiyanê ye û ew bêcezahiştina tundiyê qebûl nakin. Her wiha ragihand ku ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û dûrî ji tundiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin.
SEMSÛR
Li Semsûrê jî bi pêşengiya Platforma Jinan, jin li Parka Koşuyê li hev civiyan û heta Qada Newrozê meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Edalet mêr edaleta rasteqîn nîne. Niha dema jinê ye” hate hildan. Jinan di meşê de dirûşmên “Bi berxwedana jinan zilm diqede”, “Rojîn, Rojwelat, Gulistan… jin li pey edaletê ne” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan.
Asli Dede bi navê jinan axivî û destnîşan kir ku jin wê rêxistiniya xwe ya xweser, îradeya xwe ya azad û parastina xwe xurt bikin.

