Li bajarê Munih ê Elmanyayê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de, bi tevlîbûna bi hezaran jinan mitîng û meş hate lidarxistin.
Yekîtiya Jinên Koçber a Munihê jî di organîzasyona meş û mitîngê de cih girt. Tevî bi hezaran jinan, mêrên ku bi jinan re di nava piştevaniyê de ne jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, li ser navê rêxistin û komên cuda yên jinan axaftin hatin kirin. Hate destnîşankirin tundiya li dijî jinan polîtîk e û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê divê gavên cidî bên avêtin. Her wiha hate xwestin ku jinên ku rastî tundiyê tên, ji bo jiyaneke bi ewle ava bikin, şert û mercên pêwîst bên pêkanîn.
‘GUHERTIN BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’
Li ser navê Yekîtiya Jinên Koçber a Munihê Lîvan Zengîn axivî û wiha got, “Em îro li vir in, ji ber ku bi hêrs in. Lê di heman demê de dizanin ku guhertin bi xwe nayê. Ger jin bên ba gev û têbikoşin, wê ev yek pêk were. Em ê ji bo jiyaneke bê tundî, bê tirs û serbixwe têbikoşin.”
DIRÛŞME LI KOLANÊN MUNIHÊ DENG VEDA
Di tevahiya meşa ku bi stranan pêk hat de,dirûşmeyên, “Ji tundiya ji jinê re bêje na”, “Jin, Jiyan, Azadî”, hatin berzkirin.
Çalakiya ku bi coş derbas bû, bi berzkirina dirûşme û stranan bi dawî bû.

