Tevgera PKK’ê bi têkoşîn û raperîna xwe ya nîvsedsalî ve hebûna Kurdan îspat kir û rêka azadiyê vekir. Di nava axa Kurdistanê de fikra azadiyê meyand. Ev fikir û felsefeya Apogerî di encama têkoşîneke bêhempa de tevahî cîhanê berbelav bû. Bi vî awayî azadîxwazan berê xwe dan refên PKK’ê. Îro guhertin-veguhertina ku PKK’ê daye destpêkirin di heman demê de dibe destpêka têkoşîneke hîn mezintir. Gerdûnîbûyîna felsefeya Apogerî bi vê stratejiya nû re careke din xwe îspat dike.
‘PKK VEJÎNA GELÊ KURD E’
Gerîlaya YJA Star’ê Roj Şîndar hest û ramanên xwe bi van gotinan tîne ser ziman: “Pêvajoyekî ku gelê Kurd ber bi tûnebûyînê ve diçû lê bi saya Rêbertî û PKK’ê hebûna Kurd hîn bi wate bû. Vê yekê hîşt ku em jî bikevin ferqa hebûna xwe. Hîşt ku em jî weke gelê Kurd di nava gelan de cihê xwe bigrin. Gelê Kurd bi avabûna PKK’ê ve hîn bêhtir wate qezenc kir. Mafê me yê hebûnê jî wekî hemû gelan derkete pêş. Destpêka avabûna PKK’ê dibe ku li ser hebûna gelê Kurd bû lê her ku pêş de çû pir gel girte nava xwe. Ev hîşt ku hemû gel hebûna xwe di nava PKK’ê de bibînin.”
‘PKK WATEYA JIYANA AZAD E’
Gerîlaya YJA Star’ê Roj Şîndar di dewama axaftinê xwe de behsa wateya PKK’ê kir û wiha got: “Avabûna PKK’ê ya Rêber Apo û şehîdan daye destpêkirin, hişt ku hemû gel jî vê hembêz bikin. Hema hema hemû gelên bindest û azadîxwaz di nava têkoşînê de cihê xwe girtin û digrin jî. Ev jî dihêle ku mirov hîn bi hêzekî xurttir ve tevlî bibe. Wateya PKK’ê jî di vir de xwe dide diyar kirin. PKK’ê tiştekî wisa ava kir ku gelê ku ber bi tunebûyînê ve diçû niha dikare xwe di nava gelên cîhanê de îfade bike. Ango bi navê PKK’ê parastinek çêbû. Ji ber ku di her derê de tevlîbûyîna jinan heye. Mirov azadiyê di nava PKK’ê de dibîne. Wateya hebûna gelê Kurd jî hîn zêdetir di vir de xurt dibe. Destpêka avabûnê de derveyî gelê Kurd jî tevlîbûyîn hebû. Heval Kemal mînak e. Ji bo vê welatê û vê hebûnê canê xwe feda kirin.”

