Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an li Amedê hatibû qetilkirin bi meşek girseyî û daxuyaniyê hat bibîranîn. Li gel malbata Tahir Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan, serok û endamên baroyên herêmê, parlementer û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li meşa ji ber Adliyeya Amedê dest pê kir, bûn. Di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hatin hilgirtin û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Tahir Elçî nemir e” û “Tahir Elçî rûmeta me ye” hatin berzkirin.
Piştî ku girse gihişt ber Mînareya Çarling deqeyek ji bo cangoriyên aştî û demokrasiyê rêz girt û piştre axaftina Tahir Elçî ya ku di 28’ê Mijdara 2015’an li cihê hatiye qetilkirin kiribû hat guhdarkirin. Piştî guhdarkirina axaftina Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekin bal kişand ser axaftina Tahir Elçî ya beriya 11 salan û wiha got: “Ev bang ne tenê hêvîyek bû, xeyala pêşerojekê bû ku têde êş, windahî û wêrankerî bi dawî bibin û mirov di nava dad, ewlehî û aramiyê de bi hev re bijîn. Em baş dizanin ku heta edalet pêk neyê û kesên ku ji kuştinan, komkujiyan û sûcên hatine kirin berpirsyar in li beramberî hiqûq û wijdanê hesab nedin, mirov nikare behsa aştiyeke mayînde û baweriyeke rasteqîn a civakî bike.”
Piştre Seroka Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan got ku dema kujerên Tahir Elçî neyên eşkerekirin û edalet pêk neyê mirov nikare qala aştiyek civakî bike û wiha axivî: “Vaye 11 sal in kujerên Tahir Elçî nehatine eşkerekirin û di vê dozê de bêcezatî berdewam dike. Heya ku di doza Tahir Elçî de edalet pêk neyê em ê çawa bikaribin qala aştiya civakî bikin û civak dê çawa bikaribin li hev bikin. Ez ji bo rayedarên siyasetê dibêjim divê kuştina Tahir Elçî hûn zelal bikin û ew jî nekeve nav dozên kujerên wan nediyar. Li gel 11 salan jî em û malbata Tahir Elçî ji bo edaletê tevdigerin. Kesên ku bi kuştina Tahir Elçî xwestin qasidiya aştiyê jî bikujin bila bizanin ku bi hezaran kes hene ku îro qasidiya aştî û edaletê bikin.”
Hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî got ku Tahir Elçî di hemû jiyana xwe de li edalet û aştiyê geriya û ev tişt gotin: “Li gel hemû pêkanînan wî digot edalet û aştî. Em jî îro ji vir dibêjin bi binpêkirina mafan û hewldana bi şer têkbirinê tu pêşketin çênabe. Ji ber wê divê em berê xwe bidin aştiyê. Aştî jî bi hîleyan pêk nayê, divê ji gavên şaş veger çêbibe û bi her bûyerên kujerên wan nediyar re her kes rûbirû bibe.”
Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan got ku Tahir Elçî her tim ji bo aştiyê û parastina mafê mirovan dikir û wiha axivî: “Bi sed salan e gelên herêmê û gelê Kurd li aştî û edaletê digerin. Di demek ku kesekî qala aştiyê nedikir Tahir Elçî li vê derê li ber Mînareya Çarling xwedî li aştiyê derket. Em jî îro wî bi bîr tînin û dibêjin heya aştî pêk were em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftina Newroz Ûysal Aslan girseyê qurnefîl danîn cihê ku Tahir Elçî lê hatiye qetilkirin. Bîranîna Tahir Elçî dê saet 13.45’an bi çûyîna ser gora wî berdewam bike.

