Di daxuyaniya Dadgeha Bilind de hate ragihandin ku Nazar Mûhammed ê ku Çileya 2022’an ji kuştina kesekî bi kêrê hatibû mehkûmkirin, li bajarokê Şeberghanê hatiye darvekirin.
Dadgehê diyar kir ku biryara înfazê ji aliyê lîderê herî payebilind ê welêt Hîbatûllah Ahûndzade ve hatiye dayin û piştî lêkolîna ‘berfireh’ a dadgeriyê biryar hatiye mohrkirin.
Li stadyûmeke ku malbata qurbanî jî di nav de bi hezaran kes amade bû, pênc caran fîşek li hikumxwar hate xistin û hate kuştin.
Li gorî AFP’ê, Talîbanê ji Tebaxa 2021’ê û vir ve ku jinûve bû desthilatdar pênc înfaz pêk anî. Sê ji wan di nava çend rojên derbasbûyî de hate kirin.