Xebatên amadekariyê yên ji bo meşa dîrokî ya azadiyê ya ku wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, zêde bûn.
Li eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) ku wê mazûvaniya meşê bike, ji 1’ê Sibatê û pê ve her roj di asta seferberiyê de serdana malbatan dikin, afîşan daliqînin û belavokan tbelav dikin.
Bi pêşengiya meclîs û komunên jinan ên girêdayî Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) a NRW ‘ê yê Elmanyayê li gelek bajaran standên agahdarkirinê hatin vekirin.
Bi hezaran belavok hatin belavkirin û li stantên ku li cihên qelebalix ên bajêr li Dortmund, Munster, Bîelefeld û Dûîsbûrgê hatin vekirin, bi hezaran belavok hatin belavkirin. Stand ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.