Sêşem, 2 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Piştgiriyeke din ji bo banga Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Banga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê Ocalan bi gelê xwe re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Bîranîna hevrê Dijwar wê ji têkoşîna me re bibe ronahî
Kurdistan

HPG: Bîranîna hevrê Dijwar wê ji têkoşîna me re bibe ronahî

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Her çendî ku şehadeta hevrêyê me Dijwar ji me re giran be jî, bîranînên wî yên bi nirx wê ji me re bibin ronahî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kir:

Hevrêyê me Dijwar Tolhildan di 2’yê Adara 2022’yan de li Garê tevlî karwanê şehîdan bû.

 

Hevrêyê me Dijwar jiyana xwe ya şoreşgerî li metropolên Tirkiyeyê yên ku herî zêde zextên dijmin lê bûn û piştre jî li navendên pergala kapîtalîst berdewam kir. Paşê hat çiyayên Kurdistanê yên ku di hesreta wê hebû û têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me yê ku her kêliya xwe bi hemû hêza xwe jiya û di nava refên gerîla de li ber xwe da; bi tevlîbûna xwe ya bênavber û hevaltiya xwe ya xurt di dilê her hevrêyên ku pê re xebitî de cih girt. Hevrêyê me Dijwar ji bo xeyalên ku di dilê xwe yê pak de afirandiye pêk bîne bênavber têkoşiya, bîranînên xweş û hevaltiyek ku tu carî neyê jibîrkirinî di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de cih kir.

Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê me yê hêja Dijwar û hemû gelê me yê welatparêz ê Xelfetî û Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Dijwar Tolhildan wiha ne:

Nasnav: Dijwar Tolhildan

Nav û paşnav: Mustafa Yalçinkaya

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik û bav: Havva – Kasim

Dem û cihê şehadetê: 02.03.2022 / Garê

Hevrêyê me Dijwar li navçeya Xelfetî ya Rihayê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Dijwar ji ber ku xaka ku lê ji dayik bûye di nav qadên ku têkoşîna me de pêşî lê şîn bûye, çanda welatparêziyê serdest bûye, ji zarokatiya xwe ve partiya me PKK û têkoşîna me nas kir.mHevrêyê me yê ku weke her zarokê Kurd di temenê xwe yê biçûk de di dibistanên mêtingeran de dest bi nakokiyên jiyanê kir, hîn bû ku zimanê ku bi taybetî ji dayika xwe hîn bûye û di jiyana xwe de bi kar aniye, hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku dest bi naskirina rastiya dijmin kir, tevî ku demekê dibistan xwendiye jî zîhniyet û pêkanînên dijmin ên qirkirinê qebûl nekir. Ji bo parastina cewhera ku afirandiye, bersiva pêwîst da dewleta Tirk a qirker. Hevrêyê me Dijwar ku ji biçûkatiya xwe ve ji bo debara malbata xwe di gelek karan de dixebitî, bi kesayeta xwe ya kedkar di nava derdora xwe de hat hezkirin. Hevrêyê me Dijwar ku di dema pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dest bi şopandina têkoşîna azadiya gelê me kir, li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî destkeftiyên gelê me hêrseke mezinpê re çêbû. Bi taybetî ji ber ku dewleta Tirk êrîşên çeteyan bi rê ve dibir, hişt ku hevrêyê me Dijwarji bo têkoşînê têkeve nava lêgerînê. Hevrêyê me yê ku dizanîbû cihê herî baş a li dijî êrîşan tevlîbûna nava refên gerîla ye li çiyayên Kurdistanê ye, lê ji ber hin sedemên cuda nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Dijwar ku di destpêka sala 2017’an de çû Ewropayê, li vir jî têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me yê ku demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, bi tevlêbûna xwe ya çalak beşdarî rêxistinbûn û hişyarkirina ciwanên Kurd ên li Ewropayê bû. Hevrêyê me Dijwar ku di sala 2019’an de dema ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me û Tevgera me di asta herî jor de bû, kete nav lêgerîna ku divê weke ciwanekî Kurd ê welatparêz û şoreşger erka xwe bi cih bîne. Hevrêyê me hemû şert û mercên ku pergala kapîtalîst pêşkêşî wî kiribûn red kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Biryardarî û îradeya hevrêyê me Dijwar di asta herî jor de bû, di her kêliya jiyanê de bi coşa ku bigihêje çiyayên azad ên Kurdistanê re bi awayekî çalak cih digirt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya şervanê nû yê ku dîtî xwe bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte kir, bi saya tecrubeyên xwe yên bîrdozî û rêxistinî yên berê, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya li çiyê dît, bandorên neyînî yên pergala kapîtalîst a li ser xwe yek bi yek ji holê rakir û taybetmendiyên mirovê azad ên Modernîteya Demokratîk di kesayeta xwe de bi cih kir. Di heman demê de hevrêyê me yê ku bi erk û berpirsyariyên pêvajoya dîrokî ya ku em weke gel û Tevger di nav de ne, ji bo bersivê bide pêvajoya şerê dijwar xwe di warê leşkerî de pêşxist û jêhatî bû. Di vê wateyê de ji bo pisporiya taktîkên gerîlayên serdema nû kete nava hewldaneke dijwar. Hevrêyê me Dijwar dizanîbû ku weke milîtanekî Apoyî li her derê ked û xebat pêwîst e, ji bo hemû hevrêyên xwe di her xebata ku tê de cih girt de durist, kedkar û berhemdar bû. Hevrêyê me yê ku di çêkirina tunelên şer de kedeke mezin da û girîngiya wê ya ji bo têkoşîna me îro zêdetir derketiye holê. Di hemû xebatên ku tê de cih girtiye bi eşq ked da û baweriya xwe ya bi taktîkên serdemê anî ziman.

Hevrêyê me ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku yek ji armancên wî yên herî mezin ew e ku bibe hevrêyê Rêber Apo û dizanibû ku ev yek bi kûrkirina felsefeya Rêber Apo pêkan e. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku her kêliya xwe bi xwendin û dahûrandinên Rêbertî derbas kir. Bi kesayeta milîtanî ya ku bi dest xistibû û bi hevaltiya xwe ya xurt re gavên xurt diavêt. Pêşniyara hevrêyê me Dijwar ku ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî pêş dixe, pêşniyara çûna herêmên ku şer lê dijwar e kir. Lê hevrêyê me di tunelên berxwedanê yên ji Metîna heta Avaşînê de têkoşîna lehengiyê ji nêz ve hîs kir û dilê wî her tim bi hevrêyên xwe re bû. Bi mezinkirina tempoya xwe ya li qadan û xebata xwe ya ji bo tevlîbûna şerê dîrokî fedekariyeke mezin meşandin, bû layiqî hevrêyên xwe yên di pêvajoya berxwedanê de şehîd bûne.

Şehadeta hevrê Dijwar ku bi kesayeta xwe ya durist, sade û gihîştî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û mînak hat girtin, ji hevrêyên wî giran bû. Bîranînên giranbuha ku li pey xwe hiştiye wê têkoşîna me ronî bike.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên Nobeta Edaletê bênavber didomin
Nûçeya Pişt re Newroza 2024’an bi cil û bergên Kurdî tê xemilandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakirin

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku wan pêkanînên li ser Sûriyeyê rakirine û muafiyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Jin dikarin civakê biguherînin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di hevdîtina jinan a li Meletiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

PKK: Em ê armanc û xeyalên jiyana azad a Cafer Engîzek pêk bînin

Komîteya Hevgirtina Bi Malbatên Şehîdan Re ya PKK’ê şehadeta Cafer Engîzek ê bi salên dirêj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?