Bertekên li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan
zêde dibin. Heta niha bi dehan kes bi hinceta ku li ber stranên Kurdî govendê gerandine û
dirûşmeyê berz kirine, hatin binçavkirin û bi awayekî bêhiqûq hatin girtin.
‘GIRTINA JI BER GERANDINA GOVENDÊ NÎŞAN DIDE KU AZADIYA ÎFADEYÊ NEMAYE’
Zimanzan Necmiye Alpay destnîşan kir ku girtina mirovan a ji ber gerandina govendê hemû
xetan derbas dike û wiha got: “Bi govendan tişta herî xirab ku bê bîra mirov çi ye? Dibe ku li
wir gotinên qilamên govendê hebe. Yan jî dibe ku di navbeynan de dirûşme hatibe berzkirin.
Lê pêkanîna desthilatdariyê dibe binçavkirina van kesan. Em bibêjin ku di govendê de gotin
an jî dirûşmeyên ku sûc teşkîl dikin hatine gotin. Dibe ku ev bibe mijara lêpirsînê, lê divê
nebe mijara binçavkirin û girtinê. Ev pêkanîn dide nîşankirin ku îfadeya azadiyê nemaye.
Asayîbûna zextê nîne lê ji yên heyî wêdertir e.”
‘EV PÊKANÎN SALÊN 1990’Î ANÎN BÎRA MIN’
Alpay diyar kir ku dema mijar dibe Kurd yekser weke “gumanbar” nêz dibin. Alpay bi bîr xist
ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd li dijî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê heye û anî ziman ku
gelek pêkanînên ku demeke hat fikîrîn bi dawî bûne, bi zextên pir giran dîsa tên sepandin.
Alpay jêbirîna hişyariyên bi Kurdî yên şaredariyên DEM Partiyê û li şûna wan nivîsandina
nivîsên nîjadperest û şovenîşt mînak da û îşaret pê kir ku ev pêkanîn dema tarî ya salên
1990’î anîne bîra wî.
Alpay got: “Me bi dabeşkeriyê sûcdar dikin, lê bi çêkirina hestên wiha neyarî û cihêkerî, ew bi
xwe dabeşkeriyê dikin. Li aliyê din helbet ji ber ku di çanda giştî ya Tirkiyeyê de xwişk û biratî
û rêz û hezkirina li hember çandên cuda di dibîstanan de nayên fêrkirin, weke biyanî dimînin.
Ev lewaziyeke giştî û mezin e.”
‘KURDÎ NE TENÊ JI BO KURDAN JI BO TIRKAN JÎ GIRÎNG E!’
Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê û wiha dirêjî
da axaftinên xwe: “Kurdî yek ji rastî û daneyên girîng ên civaka me ye. Hebûna zimanên
zikmakî mijara gotinê ye, Kurdî jî di serî va de tê, ji ber ku ji aliyê nifûseke mezin ve tê axaftin
û xwedî çand û dîrok e. Ne tenê govend, xwedî çandeke berfireh e ku ji hemû helbest, qilam
û muzîkan pêk tê. Zexta li ser Kurdî tê wateya tunehesibandina vê çandê hemû. Halbûkî Kurdî
ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî girîng e. Ji ber ku çand her tim dewlemendi ye. “
Alpay bi bîr xist ku ziman girîngtirîn hebûna çandî ya gelan e û destnîşan kir ku polîtîkayên
dijminane yên bi vî rengî ji çêkirina hêrs û bertekê zêdetir xizmetê ji tu tiştê re nake. Alpay
anî ziman ku ev rastî ji aliyê kesên ku vê provakasyonê dikin ve tê zanîn û got: “Lê
berovajîkirina vê wêrekiyê dixwaze. Erdogan di pêvajoya çareseriyê de wêrekiyeke wiha
nîşan kiribû. Esasê pirsgirêka Kurd zimanê Kurdî ye, ziman in. Ji ber ku em her tiştî bi ziman
îfade dikin. Recep Tayyîp Erdogan piştre vê wêrekiyê winda kir. Em niha jî dibînin, dûrî
polîtîkayên salên 1990’î jî namîne. Weke ku JITEM bi salan kir, mijûlbûna bi nivîsan… Ev
perpitînên vala ne. Ji bo çandeke mezin eyb dikin. Ne tenê ji bo rêveberiya Tirkiyeyê û gelê
Kurd dibe eyb, ji gelê Kurd re jî dibe eyb. Divê em bê tirs bijîn. Nexwe rewş diyar e, faşîzme.
Helbet encama vê rewşê diçe ku dabeşkeriyê ku sûcdar dikin ew bi destê xwe bikin. Yanî ev
rewş diçe ku ew bi destên xwe Tirkiyeyê parçe bikin, qet nebe jî bi hestyarî parçe bikin. Ji ber
ku kesên ku xwe di bin zextê de hîs dikin piştî demeke diteqin, her kes vê dizane. Ev
meseleyeke zextê ye.”