Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aştî wê li Stenbolê ji her kesî re bê vegotin
Rojane

Aştî wê li Stenbolê ji her kesî re bê vegotin

Hevserokên Bajarê Stenbolê yên DEM Partiyê diyar kirin ku wê li 3 herêman bi 9 civînên gel ji gelan re qala banga Rêber Apo bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar diyar kir ku ji bo gel, baweriyên li Tirkiyeyê di nava şert û mercên wekhev û azad de bijîn, divê xwedî li pêvajoyê bê derketin ku bi banag Rêber Apo destpê kir. Arîfe Çinar got, “Pêvajoyeke ku divê derdorên kedkar û gel di nav de bin. Avakirina civaka demokratîk wezîfeya me hemûyan e.”

DEM Partiyê di kongreya xwe ya 22’ê Sibatê ya li Stenbolê de rêveberiyeke nû hilbijart. Arîfe Çinar û Çinar Altan bûn Hevserokên Stenbolê yên DEM Partiyê. Hevserokan diyar kirin ku di dema nû de wê partî li Stenbolê hîn mezin bibe.

Hevserokên Bajarê Stenbolê yên DEM Partiyê qalê kirin, bê li Stenbolê di pêvajoya nû de çi bikin.

Altan diyar kir ku di navbera 9’ê Adarê û 15’ê Adarê de wê bi civînên gel qala pêvajoyê bikin û ji bo vê dest bi kar kirine. Altan anî ziman ku ji bo pêngava nû veguhere pêvajoyekê rê vebûye. Altan ragihand ku rê û rêbazên nû yên têkoşînê wê bêne afirandin, yên heyî wê biguherin, cihêreng bibin, bandora siyaseta demokratîk wê zêde bibe û got, “Li bajarekî weke Stenbolê ku ji bo siyaseta Tirkiyeyê diyarker e, gelekî girîng e ku ev yek bi lez şênber bibe. Ji ber vê yekê li 9 nuqteyên Stenbolê; li sê herêman, wê civînên gel bêne lidarxistin. Wezîfeya me ye ku em ji civata xwe re ragihînin, nîqaş bikin û bikin ku fêhm bikin û bi berpirsyarî rabin. Di heman demê de em ê bang li her kesî bikin ên ku pirsên wan hene, her wiha amade ne ku bi berpirsyarî rabin. Heta ji me bê em ê hewl bidin îradeyeke civakîbûyî derxînin holê.”

BANG JI BO HER KESÊN AŞTÎXWAZ E

Altan destnîşan kir ku aştiyeke bi rûmet a ku xwe dispêre wekheviyê hesreta gelek derdorên civakî ye û got, “Aştiyeke bi rûmet, têkoşîna xweser ji bo her beşên civakî gelekî girîng e. Em dixwazin bibin pêşengê wê yekê ku bi daxwazên xweser ên beşên civakî piştgiriyê bidin aştiyê. Eger em karibin vê bikin, hingî em ê karibin aştiyê civakî bikin.”

DI NEWROZÊ DE BEYANA ÎRADEYÊ

Altan diyar kir ku Newroz wê ji bo xwedîderketina li bangê bibe beyana îradeyê û got, “Em wateyeke bi vî rengî didin Newrozê. Em ê li ser tevlîbûna li vê beyana îradeyê xwe bi rêxistin bikin. Ne tenê gelê Kurd û dostên wan, divê her beşên civakê tevlî qada Newrozê bibin.”

KARÊN JI BO JINAN

Hevserok Arîfe Çinar jî bal kişand ser talankirina keda jinê ya li Stenbolê û anî ziman ku beriya 8’ê Adarê wan karên xwe yên ji bo jinan zêde kirin. Arîfe Çinar got, “Li Stenbolê nifûseke zêde ya gelê Kurd, kedkar û jinên kedkar heye. Ber bi 8’ê Adarê re rojevbûyîna aştiyê girîng e. Bi rêya meclîsên me yên jinan wê hevdîtin bi jinên ji dînamîkên civakî yên cuda re li ser aştiyê bê lidarxistin. Gelekî girîng e ku ev bang li qadan bê nîşandan. Stenbol di heman demê de bajarek e ku encama şer herî zêde lê xuya dike. Em dibînin ku kedxwarî li jinê tê kirin. Têkildarî vê yekê karê me heye. Em ê hewl bidin xwe bigihînin qadeke berfireh a jinan. Eger wê rêya siyaseta demokratîk bê vekirin ev yek wê bi têkoşîna jinê bibe. Em ê vê yekê hîn berfireh bikin, li her qadê temsîliyeta wekhev belav bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.”

NEWROZA LI STENBOLÊ WÊ DI 23’Ê ADARÊ DE BE

Arîfe Çinar diyar kir ku Newroz wê di 23’ê Adarê de li Stenbolê bê pîrozkirin, ji bo vê jî dest bi kar kirine û got, “Ji bo jiyana wekhev û azad a bawerî û gelên li Tirkiyeyê divê em xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Pêvajoyeke welê ye ku divê gel, kedkar di nav de bin. Avakirina civaka demokratîk wezîfeya me hemûyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sûriyeyê şer giran e: Herî kêm 70 kes mirin
Nûçeya Pişt re Dengê berxwedanê yê Ekîn Mêrdîn Doza
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kizil Xalit: Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li şoreşê xist

Ji fermandarên HPG'ê Kizil Xalit yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn di salvegera…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li ser sînorê Kobanê salvegera 14an a Şoreşa Rojava pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Di lehî û hezazên li Nepalê de nêzîkî 200 kesî jiyana xwe ji dan

Hate ragihandin ku li Nepalê bi taybet jî li paytext Katmandûyê ji ber lehî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran li Banê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?