Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir polîtîkayên hilblijartinê yên AKP’ê û serdana li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Bayindir anî ziman ku desthilatdariya Erdogan di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de derbeke giran xwar û got, “Di serî de hilbijêrên veguhestî û ne qeydkirî li gel hemû hîleyên di dema hilbijartinê de jî AKP di serî li bajarên Kurdan hema bibêje li her derê li hemberî îradeya gel têk çû. Bêguman rewşa ku bi hilbijartinê re rû da, hilweşîna desthilatdariya Erdogan a salên dawî hîn mezin kir. Bi eşkere dikarim bibêjim, desthilatdariya Erdogan bi 31’ê Adarê re yekemcar hilweşîn di asteke kûr de hîs kir. Bêguman ji bo pêşî li vê hilweşînê bigire, ev mijar kir rojeva bingehîn a qesrê û derdora xwe. Em baş zanin, berê dema ku Erdogan xeterî li ser desthilatdariya xwe didît, yekser li derdorê dijminek ji xwe re çêdikir. Yanî em qala desthilatdariyeke welê dikin ku xwe ji şer xwedî dike û hewl dide temenê xwe li ser şer dirêj bike. Îro jî heman siyasetê dimeşîne. Weke ku dikare bê texmînkirin jî di navenda vî şerî de gelê Kurd û cografya Kurdistanê heye. Di vê çarçoveyê de siyaseta xwe dibe derve û hewl dide bi siyaseta şer xwe rizgar bike. Bi planên êrîşê yên nû yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hewl dide hilweşîna xwe beralî bike. Bi vê armancê ji bo konsepta şer dest bi hin hewldanên dîplomatîk kir û dixwaze vê yekê bigihîne asteke nû. Erdogan di vê çarçoveyê de heta niha bi gelek dewletan re hevdîtin kir.”
YEKÎTIYA NETEWEYÎ JEHRKUJA ŞER E
Bayindir anî ziman, di demeke bi vî rengî de ku li Rojhilata Navîn qert jinûve têne belavkirin, hevsengî hatiye guhertin, banga ji DYE’yê ya ji bo Erdogan û serdana Erdogan a piştî 12 salan a li Hewlêr û Bexdayê parçeyek ji vê pêvajoyê ye û got, “Heman piştî hilbijartinê Erdogan destpêkê berê xwe da Iraqê ku ev yek jî xwedî wateyeke balkêş e. Mirov dikare bibêje ku gava destpêkê ya polîtîkayên şer ên nû ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mehan e amadekariyê jê re dike, bi vê serdana Erdogan a li Iraqê destpê kiriye. Di hevdîtinan de, her wiha bi peymanên hatin mohrkirin re her çend bi navê enerjî û bazirganiyê jî be, desthilatdariya Erdogan hewl dide hîmê şerekî nû yê li Kurdsitanê dîne ku çar salan an jî demeke hîn dirêj dewam bike. Bi kurtasî di bingeha serdana desthilatdariya Erdogan a ji bo Iraqê de konsepteke nû ya tasfiyeyê ya li dijî gelê Kurd heye. Li dijî vê konsepta şer a li ser gelê Kurd, yekîtî û hevgirtina Kurdan jehrkuja vî şerî ye. Yanî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.”
PDK LI BER PARASTINA DESTKETIYÊN KURDAN RABÛ
Bayindir her wiha got, “Bi vê têgihiştinê me hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd bi gaveke din bi pêş ve bir û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan her tim hewl dan. Di vê çarçoveyê de me karên girîng kir. Di vî karî de em bi gelek hêzên Kurdistanî re meşiyan. di vê rêyê de li ser pirsên ‘Em Kurd çawa dikarin nirxên xwe biparêzin, destketiyên xwe ewle bikin û statuya xwe misoger bikin’ me gelekî hewl dan û kar kirin. Lê belê PDk ti carî nebû parçeyek ji vê pêvajoyê. Her tim xwe da aliyê eniya li dijî têkoşîna parastina destketiyên Kurdan. Mixabin ev helwesta PDK’ê gihîşt wê astê ku PDK ji hêzeke Kurdistanî dûr ket û bû parçeyek ji feraseta li dijî Kurdistanê. Rewşa ku îro li Başûrê Kurdistanê rû daye nîşaneya vê yekê ye. Mînak; îro bi destûra PDK’ê û piştgiriya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 70 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Me berê jî dît bê PDK’ê çawa alîkarî bi dewleta Tirk re kir.”
DI POZÎSYONEKE WELÊ DE YE KU BI KURDAN DIDE WINDAKIRIN
Bayindir anî ziman ku PDK bi dewleta Tirk re li qadên aborî, leşkerî û îstîxbaratê ve hevkariyê dike, li gelek herêman baregehên leşkerî yê nû ava kiriye û got, “Piştre jî van baregehan radestî dewleta Tirk dike. Em pêvajoya şoreşa Rojava bînin bîra xwe. Ji destpêkirina Şoreşa Rojava û vir ve siyaseta ku PDK dimeşîne zerareke mezin da gelê herêmê. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim; dewleta Tirk ti carî parçeyekî Kurdistanê cuda nenirxand, stratejiya xwe jî her tim li ser vê bingehê amade kir. Siyaseta xwe bi rengekî welê meşand ku Kurd timî yek dît. Ti carî weke Kurdên Rojava, Bakur an jî Başûr nenirxand. Lê belê PDK’ê ev rewş ti carî rast nenirxand, nexwend. Di nava rewşeke bi vî rengî de PDK’ê xwe da aliyê şer ê li dijî Kurdan. Li dijî hêzên ku li hemberî şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dikin piştgigriyeke mezin da. Di vê demê de jî PDK di pozîsyoneke welê de ye ku bi Kurdan dide windakirin. Yê ku êrîşên dewleta Tirk rewa dike, ji bo wan daxuyaniyan dide PDK bi xwe ye.”
GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RASTIYAN BAŞ DINIRXÎNIN
Bayindir di mijara pêşwazîkirina Erdogan a bi alên Tirk de got, “Ev rewş rastiya PDK’ê radixe pêş çavan. Rewşa ku li Hewlêrê rû da, ji siyaseta alê wêdetir tê wateyekê. Heman rojê Erdogan serdana Iraqê kir lê belê me li Iraqê ala Tirkan bi vî rengî nedît. Gelo çima li Hewlêrê hebû? Divê em li ser vê bifikirin. Bêguman dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim; ya ku paşeroja têkiliyên PDK-Erdogan diyar bike helwesta gel e. Dibe ku PDK hevkariya xwe ya bi desthilatdariya Erdogan re niha jî dewam dike. Lê belê bi dîtina min gelê Başûrê Kurdistanê rastiyan baş dinirxîne. Ji xwe li Mexmûr, Şengal, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn ji serdana Erdogan re hate nîşandan. Eger ev nerazîbûn li ser bingeheke rast bê nîşandan wê ti hevkariya li dijî destketiyên Kurdan bi ser nekeve.”