Piştevaniya Taksîmê bi boneya 11’emîn salvegera Berxwedana Geziyê li Beyoglûyê daxuyaniyek da.Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û parlamenterên din yên partiyên siyasî, dayika Berkîn Elvan yê di Berxwedan Geziyê de hat qetilkirin, Gulsum Evlan û gelek rêxistinên jinan û civaka sivîl tevlî bûn.
Endamê Piştevaniya Taksîmê Akîf Burak Atlar daxuyanî xwend. Akîf da zanîn ku Gezî hêviya gelên hatine gel hev e û got: “Berxwedana Geziyê 11 saliye, edalet bi salan winda ye. 11 sal berê îro roja herî demokratîk, herî beşdar, herî aştiyane. Herî femînîst, herî dadmend, herî ekolojîst, herî ciwan, herî tevgera gel a rengîn û herî têkoşer li Parka Gezî li dijî neheqiyên li cîhanê û welatê me li hev civiyan. Bi milyonan bi berxwedanê qad tije kirin.”
Atlar bal kişand ser doza Geziyê ya piştî Bberxwedana Geziyê hatiye vekirin û wiha got: “Desthilata siyasî dixwaze weke Doza Geziyê, Kobanê, Akademîsyenên Aştiyê, xebatkarên saziyên sivîl, siyasetmedar, jin, xwendekar û her kesên li dijî neheqiyê dengê xwe derdixin yekîtiya wan xirabike û bicewisîne. Berxwedana Geziyê ne paşeroja vî welatî, pêşeroja vî welatî ye. Di doza Geziyê de bi biryarên dijhiqûqî ceza hatine dayîn. Em li dijî vê dijhiqûqiyê bêdeng namînin. Gezî wê bibe hêviya wekhevî, azadî û edeletê.”
Atlar anî ziman ku ew tiştên 11 sal in dibêjin carek din bibîrdixin û got: “Berxwedana Geziyê xwedî dozeke ku bi rastî divê bê dîtin, xwedî nirx û windahiyên ku nayên jibîrkirin e. Hesabê kujer û yên fermana qetilkirina Berkîn, Hasan Ferît, Alî Îsmaîl, Ahmet, Mehmet, Abdo Can, Medenî û Ethem heye. Berxwedana Gezî paşeroja vî welatî ne paşeroja vî welatî ye. Ji bo wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê wê bibe hêviyeke bêdawî. Tarî diçe, Gezî dimîne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.