Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Bi ruhê berxwedaniya Kobanê em ê şoreşê biparêzin’
Rojava

‘Bi ruhê berxwedaniya Kobanê em ê şoreşê biparêzin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî got, “Bi ruhê Kobanê û Şoreşa Rojava em ê tecrîda li ser Rêbertî bi temamî ji holê rakin, hemû êrîşên dewleta Tirk wê pûç bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê 1’ê Mijdarê Roka Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek nivîskî weşand. Federasyonê, diyar kir ku 1 û 2’ê Mijdarê ji bo tevahiya mirovatiyê du roj û qonaxên pir girîng in.”

Di daxuyaniya federasyonê de ev tişt hatin gotin, “Li dû azadiya Kobanê 2015’an 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê û 2019’an bi armanca piştevaniya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 2’ê Mijdarê weke Roja Rojava ya Cîhanê hat qebûlkirin û îlankirin. Ev her du roj her sal ji hêla gelên cîhanê ve bi coş û kelecan tê pîrozkirin. Em jî weke gaziyên şer ên di vê şoreşa bûye hêviya hemû mirovatiyê de gelek berdêl dane Roja Kobanê ya Cîhanê û Roja Rojava ya Cîhanê di serî de li gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî mirovatiyê pîroz dikin.

Weke tê zanîn çeteyên DAÎŞ’ê yên ji hêla dewletên paşverû yên weke dewleta Tirk û ji aliyê hêzên emperyal ve dihatin destekkirin 14’ê Îlona 2014’an bi êrîşên hovane berê xwe dan Kobanê. Ev çeteyên hov ên dixwestin komkujiyên pir mezin pêk bînin, rastî berxwedana bêhempa ya şervanên xwe bi bîrdoziya Rêber Apo gurçûpêç kiribûn hatin.

BERXWEDAN Û ŞOREŞ BÛ RONAHIYA AZADÎ Û WEKHEVIYÊ

Hêzên YPG-YPJ’ê yên tevahî plan û hedefên wan hêzan û çeteyan serûbin kirin, nîşanî her kesî dan bê şervan û welatparêzên evîndarên xaka xwe xwedî qudret û îradeyeke çawa ne. Gelên cîhanê kêlî bi kêlî bûn şahidê dilsoziya bi nirxên mirovatiyê yên di berxwedan û têkoşîna van şervanên egîd de xwe dida der. Vê berxwedan û şoreşa bû ronahiya azadî û wekheviyê, di hişê mirovan de fikreke wer ava kir ku jiyaneke ji derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst û rejîmên zextdar heye.

GELEK KES BERÊ XWE DAN BERXWEDANA KOBANÊ

Di encama vê berxwedana mezin û şoreşa Rojava de ji neteweyên cuda ji her aliyê cîhanê mirovan berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Xwestin ji vê ava hêviyê, azadiyê û wekheviyê ya di pêşengiya jinê de li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo pêş dikeve vexwin, xwe pê têr bikin. Ev berxwedana li Kobanê bi serketinê bi encam bû û şoreşa Rojava helbet berxwedan û şoreşeke herî watedar a dîroka mirovatiyê ya li hember zilm û zorê ye.

BERXWEDANA KOBANÊ Û ŞOREŞA ROJAVA BI TÊKOŞÎN Û XWÎNA ŞEHÎDAN HAT AVAKIRIN

Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava bi têkoşîn û xwîna hevrêyên weke Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Diyar Bagok, Gulan Batman, Destîna Başûr, Jiyan Rojhilat û hwd. bi sedan şehîd û gaziyên şer pêş ket. Dê ev hevrêyên me yên bûne nav û dengê vê berxwedanê timî werin bibîranîn. Bi vê wesîleyê em careke din Apê Nemir ê di berxwedana Kobanê de bû sembola welatparêziya Apoyî jî bi bîr tînin. Wan leheng û fedaiyan bi berxwedana xwe tenê ne pêşeroj; di heman de mê paşeroja ji bo gelan hatibû diyakirin jî guhertin.

BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ EM Ê TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RAKIN

Weke gaziyên şer em diyar dikin ku heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê Kobanê û Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Ji bo em bibin layiqî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêbertiya xwe ji her demê zêdetir em ê di nav refên têkoşînê û berxwedanê de cih bigirin. Em destnîşan dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava em ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bi temamî ji holê rakin, hemû êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê pûç bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJK-B’yê ji bo kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ û meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
Nûçeya Pişt re Êrîşên li ser Rojava, li gelek bajaran hatin protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameyên şehîdên Tişrînê hatin eşkerekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê nasnameyên 5 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Karasû: Lihevkirina bi dewleta Tirk re tê wateya firotina Iraqê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû lihevkirina navbera Enqere û Bexdayê nirxand û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

Gundiyên Devera Bergare ya li Binarê Çiyayê Gare, astengiyên li pêşiyên xwe rakirin û piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?