Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê testên klînîkî yên derziya ku şîrketa Moderna li dijî vîrusa HIV’iyê çêkiriye destpê kir.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de aqûbeta kesên di dîrokên cuda de di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn.
ÎHD’ê diyar kir rewşa tenduristiya girtiyên nexweş Emîn Gurban û Ekîm Polat herku diçe xirabtir dibe.
Şaredarên CHP’ê û gelek kesan serdana şîna endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li warê wî Semsûrê kirin.
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên ji bo 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dibin dirûşmeya "Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî rewa û bingehîne" dest pê kir.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Nûra Îbrahîm Xelef (Sorxwîn Baran) a li Garê şehîd bû, li bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî Kantona Cizîrê merasîma xiyabî hate lidarxistin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî (Beşîr Xemîs) li Reqayê hate veşartin.
TEV-DEM’ê ragihand ku endamê wan Jêhat Pîro di encama nexweşiyê de şehîd bû.
Serokê DYE’yê Trump ragihand ku Hindistan û Pakistanê bi navbeynkariya DYE’yê agirbest pêk anîn.
TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Amedê merasimek lidar xistin û helbesta ku Rêber Apo ji bo zarokan nivîsandî xwendin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Wanê axivî û got, “Pirsgirêka Kurd heye.” Ozel, ji bo daxuyaniya PKK’ê ya der barê kongreyê de jî got divê meclîs gavan bavêje.
Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evîn tê rehîngirtin, bi nameyekê Şirîn Elemhûlî û hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan ên…
Li Şirnexê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate dayîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di çarçoveya banga Rêber Apo de wê xebatên li ser ziman bên domandin.
Artêşa Tirk a dagirker 545 caran ji bejahî û hewayî ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Hêzên gerîla jî li dijî dagirkerên ku êrîş dikin çalakî lidar xistin.
Li Amedê ji bo li ser yekitiya Kurd xebat bên meşandin, ‘Înîsiyatîfa Yekitiyê’ hate avakirin. Civîna ku îro destpê kirî, wê du rojan bidome.
Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ên ku beriya 31 salan hatine qetilkirin, edalet xwestin.

Têkevin hesabê xwe