Piştî ku boksorê Ûkraynayî Oleksandr Usyk dest ji hemû unwanên xwe yên li sîkleta giran berda, Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) boksorê Kurd ê li Elmanyayê ji dayik bû Agît Kabayel di sîkleta giran de weke şampiyonê cîhanê ragihand. Kabayel ê 34 salî ji statuya “Şampiyonê cîhanê yê demkî” derbasî Şampiyona Cîhanê bû.
Kabayel anî ziman ku xeyala wî ya bi salan pêk hat û got, “Ez bûm yekemîn şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran ê Kurd di dîrokê de û piştî nêzî 100 salî bûm şampiyonê Elman ê ev unwan bi dest xist. Hestên xwe nikarim bi gotinan vebêjim.”
Agît Kabayel di 23’ê Îlona 1992’an de li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê ji dayik bû. Malbata Kabayel ji navçeya Bazarcix a Mereşî koçî Elmanyayê kiribû.

