Li gorî nûçeya Haaretz, serokê fermandariya bakur a artêşa Îsraîlê Tumgeneral Urî Gordin di axaftina xwe ya ji bo leşkerên yekîneyên zirxî de anî ziman ku pevçûna bi Hîzbûllahê re ketiye ‘qonaxekî cuda’ û divê artêşa Îsraîlê ji bo ‘manewraya bejayî’ amade bibe.
Gordîn gor, “Operasyon li gorî qabiliyetên Hîzbûllahê bi xistina darbeyeke pir girîng destpê kir.”
Gordîn wiha got: “Divê rewşa ewlehiyê biguherînîn. Divê ji bo manewra û çaakiyeke pir baş amade bibin.”
Li gorî bîlançoya Reutersê ku ji daneyên Wezareta Tenduristiyê amade kiriye, li Lubnanê di êrîşên ji vê siharê ve 22 kes jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê bi dehan bomberduman pêk anî.
Hîzbûllah jî daxuyaniyek da û ragihand ku 2 şervanên wan ên din jî mirine.
Li gorî rayedarên Lubnanî, di bombebaranên roja Duşemê û Sêşemê ya li Beyrûtê de herî kêm 558 kes mirin.
Li gorî Wezareta Karên Derve, hejmara sivîlên ji cihê xwe bûne nêzî nîv milyonî bûye.