În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbata Rêber Apo çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Çekdanîn ne aştî ye, şertê wê yê pêşîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Çareserî ne girtin e, pêşîgirtina li cezayên bêhiqûqî ye’
Rojane

‘Çareserî ne girtin e, pêşîgirtina li cezayên bêhiqûqî ye’

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê parêzer Omer Taş, anî ziman ku çareserî ne zêdekirina hejmara girtîgehan e, berovajî pêşî li cezayên bêedalet û bêhiqûqî girtine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tirkiye her ku diçe dibe mîna welatek a girtîgehan. Li gorî agahiyên dawî yên Wezareta Edaletê parve kirine, li Tirkiyeyê 405 girtîgehên ku xwedî kapasîteya 301 hezar û 397 kesî hene. Li gorî agahiyên nû di van girtîgehan de 392 hezar û 456 kes girtî ne. 

AKP’ê desthilatdariya xwe bi qanûna darbeyê didomîne û daraz û hêzên ewlekariyê mîna amûrek bikar tîne. Desthilatdarî, girtîgehan mîna amûrek ê gefxwarinê ji bo bêdengkirina muxalefetê bikar tîne û her sal girtîgehên nû ava dike. Li gorî daneyên Komeleya Civaka Sivîl a Di Nava Sîstema Cezayê de (CISST), niha li Tirkiyeyê 273 girtîgehên girtî û 99’ê wê jî vekirî hene ku di faeliyetê de ne.

Ji bilî 405 girtîgehan 4 malên perwerdehiya zarokan, 12 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan û 9 jî girtîgehên zarok û ciwanan ên girtî hene. Tevî ku kapasîteya giştî ya girtîgehan 301 hezar û 397 e jî, lê heta meha Sibatê 392 hezar û 456 kes girtî ne. Li gorî daneyên CİSST’ê hejmara girtiyên di navbera 12-18 salî de ji sedî 4,07, rêjeya zarokên keç ên di girtîgehê de jî gihîşt ji sedî 55’an.

Tevî vê yekê jî desthilatdariya AKP’ê di budçeya xwe ya sala 2025’an de 1,2 mîlyar TL ji bo 11 girtîgehên nû ji Wezareta Edaletê re veqetand. Lêçûna giştî ya van projeyan, ku wê di sala 2027’an de biqede, wê 23,5 mîlyar TL be. Ji bo girtîgeha ku wê li Sertê were çêkirin 500 mîlyon TL bûdçe hate veqetandin.

Yek ji endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Omer Taş politikaya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan ji ANF’ê re nirxand.

‘HEJMARA GIRTIYAN GIHÎŞTIYE HEJMARÊN ATRONOMÎK’

Tirkiye gav bi gav vediguhere welatek mîna girtîgehan. Desthilatdarî aliyên muxalîf ango kesên li hemberî xwe mîna xeterî dibîne, yekser davêje girtîgehan. Hat ragihandin ku li girtîgehên heyî ji kapasîteya wê du qad zêde girtî hene. Gelo pêkhatina ewqas girtin, rewşeke asayî ye? Girtina ewqas mirov pirsgirêk e?

Destpêkê dixwazim diyar bikim ku ez ê bersiva xwe bi rêya kesên ku ji ber fikir û nasnameya xwe ya siyasî hatine girtin an jî ceza li wan hatiye birîn bidim. Îro, çi kesê ku bi polîtîkayê re eleqedar çi jî nabin, hema bêje tevahiya civakê dizane ku ravekirina fikra xwe jî dikare wek sûc were dîtin. Bi awayekî eşkere li holê ye ku sedema vê yekê zext û pokîtîkayên bişaftinê ne ku roj bi roj zêde dibin. Bi rastî Tirkiye bûye welatekî wisa ku pirî caran azadiya ramanî tê binpêkirin û mirov ji ber fikrên xwe dikevin girtîgehê. Yên ku bi rastî jî mixalefetê dikin û şaşiyên desthilatê bi zelalî eşkere dikin, îro rûbirûyê gefa girtin û cezadarkirinê ne. Di encamê de hejmara kesên ku ji ber fikra xwe ketine girtîgehan nayê hesabê. Ev rewş di heman de bandoreke xirab li ser şert û mercên girtîgehan yên mayînê jî dike û xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet dike.

‘DADGEH NIKARIN BÊYÎ DESTHILATÊ KAR BIKIN’

Hima hima her kesê ku derdikeve dadgehê bi destê darazê tê girtin. Desthilatdarî çima wiha dike? 

Wek qaîde rayeya darazê bi rêya dadgehên serbixwe divê were bikaranîn. Lê belê li welatên ku midaxeleyên giran li azadiya ramanî û belavkirina ramanê de tê kirin, ne mimkin e ku mirov qala dadgehên serbixwe bike. Li Tirkiyeyê rewşa heyî ya hiqûqê bi vî awayî ye. Loma mirov nikare bibêje dadgeh ji gotarên desthilatê serbixwe kar dikin. Jixwe gelek biryarên girtinê yên siyasî şert û mercên bingehîn ên qanûnê nahewînin.

Desthilat hêza dewletê ya di destê xwe de bi taybet di demên dawî de bi temamî bi kêfî bi kar tîne. Lê divê ji pirsa “Desthilat çima rêyeke wiha dişopîne?” zêdetir, bersiva pirsa “Çawa dibe ku desthilat rêyeke wiha bişopêne?” bê dayîn. Ji bo desthilateke ku hêza di destê wê de ji hêla desthilat û mixalefetê ve neyê kontrolkirin, pêşiya keyfiyetê vedibe. Ev tê wê wateyê ku her kesê ku li dijî desthilatariyê û kiryarên desthilatê diaxive dikare were girtin.

‘LI GIRTÎGEHAN XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ GELEK ZEHMET E’

Qawîş ji kapasiteya xwe zêdetir kesan dihewînin. Darizandin li aliyekî ma, girtina ev qas însanan di warê tenduristiyê de jî nabe pirsgirêk? Muwekîlekî me yê ku bi hincetên siyasî li hundir tê girtin nexweş ket. Ji ber ku girtîgehê pêdiviyên wî di dema xwe de dabîn nekirin bi nexweşiya zatûreyê ket. Tevî ku nexweşxaniyê bi dehan caran jê re derman nivîsîn, ev derman negiheştin destê wî. Ev tenê mînakek e, em bi dehan caran bi rewşên wiha re rû bi rû mane. Loma li şûna ku hejmara girtiyan bê zêdekirin, divê şert û mercên girtî û girtîgehên heyî bên başkirin.

‘ÇARESERÎ NE GIRTIN E, DIVÊ PÊŞIYA GIRTINA DERHIQÛQÎ BÊ GIRTIN’

Bi ya we ji xeynî girtinê çareseriyeke din heye? 

Zêdekirina hejmara girtîgehan li alîyekê, ev demek e bi xwe re nîqaş dikim ka gelo hewcedarî bi girtîgehan heye an na. Girtîgeh ji bo başkirina mirovan ne tekane rê ye. Başkirina esas dikare bi perwerdehî, edalet û azadiyê mimkin be. Qesta min ji başkirinê ji bo wan kesan e ku ji ber dizî û xapandinê ketine girtîgehê. Yên ku îro ji ber fikrên xwe yên siyasî hatine girtin hewcedarî tiştekî bi vî awayî nînin. Loma çareseriya pirsgirêkê ne zêdekirina girtîgehan e, berovajî wê çareserî bi pêşîlêgirtina girtinên neheq û derhiqûqî pêkan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li 13 gundan barand
Nûçeya Pişt re Desteserkirina şaredariya Wanê li gelek bajaran hat protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şehbayê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê meşeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran kolberekî Kurd qetil kir

Hêzên Îranê li Urmiyê kolberê bi navê Resûl Qelenderî (21) qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Malbata Rêber Apo çû Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TJA: Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên afirandin

Ji aliyê Stêrk TV

Botan: Çekdanîn ne aştî ye, şertê wê yê pêşîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?