Li gorî agahiyan, Bûrcû Demîr ku li Nexweşxaneya Navenda Onkolojiyê ya Medîkal Hospîtal a Xarpêtê weke teknîkera fîzyoterapîst kar dikir, ji aliyê çawişê pispor M.C. ve hate qetilkirin.
Piştî êrîşê mirovên li derdorê agahî dan û li ser vê yekê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Cenazeyê Bûrcû Demîr ji bo otopsiyê birin morgê. Çawişê pispor ê kujer M.C. hate binçavkirin.