În, 21 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 2 girtiyên ku 30 sal in girti ne, hatin taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hunermendên li Amedê wê li dijî polîtîkayên ku ciwanan hedef digre, têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne
Rojane

Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat rexne kir ku qanûna divê were Meclîsê, ji aliyê desthilatdarî ve dereng tê xistin û got, pêvajo li ser gotina “terorê” meşandin, ji bo çareserî û demokratîkbûnê encamên baş nade.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat têkildarî sererastkirinên qanûnî yên ku di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bên Meclîsê, ji ANF’ê re nirxandin kir. Firat diyar kir ku tevî ku li Meclîsê xebatên komîsyonê beriya demek dirêje temam bûne, qanûna çarçoveyê hîna nehatiye derxistin û got, ev hemleyeke hikûmetê ya ji bo dem qezenckirinê ye.

Firat destnîşan kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve, divê gavên hiqûqî yên şênber bên avêtin û ragihand ku statuya Rêber Apo jî ji bo kar û xebatên ji vir û şûnde girîng e.

Firat diyar kir ku êdî divê pêvajo zêde neyê dirêjkirin û qanûnên ji bo ji heqîqet û bendewariyên civakê re bibin bersiv, bên derxistin.

Firat ev tişt jî got, “Mîna di raya giştî de hatî parvekirin, di serî de Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê divê gelek sererastkirin anîban rojeva Meclîsê. Lê belê evane nehatin kirin. Hin pirsgirêkên siyasî çêbûn. Niha nîqaş û pirsgirêkek cidî heye; pirsgirêk bi rengekî zêde di nava civakê de tên hîskirin. Serokên komên me, hevserokên giştî yên me û berdevkê me yê partiyê jî, vê timî di raya giştî de tîne ziman. Em jî dixwazin ku ev qanûnên çarçoveyê beriya Meclîs were girtin, bi lez bên derxistin.

Lê belê desthilatdarî heta niha tenê helwesteke ku berpirsyariyê diavêjin hevdû, raber dike. Êdî divê zêde ev pêvajo neyê dirêjkirin û qanûnên ji heqîqet û bendewariyên civakê re bibin bersiv, bên derxistin.”

‘NABE KU PISGIRÊKA KURD TENÊ DI ÇARÇOVEYA BÊÇEKKIRINÊ DE BIHÊLIN’

Firat rexne kir ku nîqaşên di çapemeniyê de û di siyaseta desthilatdariyê de tên kirin cewherê pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê û pirsgirêkê tenê di çarçoveya bêçekkirinê de dinirxîne. Firat destnîşan kir ku divê zimanê medyayê û desthilatdariyê were guhertin û wiha pêde çû:

“Mixabin li Tirkiyeyê hîna heman ziman tê karanîn. Navê komîsyonê jî ne di vê nuqteyê de bû. Êdî divê ev zimanê hatî şexsîkirin, were bidawîkirin. Divê desthilatdarî konjonktureke ku şert û mercên aştiya bi rûmet çêbike, biafirîne. Lê heta niha ev yek neafirand. Mesele tenê meseleya çek nîne; Tirkiye divê demokratîk bibe. Daxwazên Kurdan hene, meseleya Kurd heye û hîna bi dehan, bi sedan pirsgirêk hene.

Divê ev zimanê ku şev û roj di medyayê de bi mantiqa ‘terorê’ li her tiştî dinêre, were bidawîkirin. Ev ziman ti tiştî bi Tirkiyeyê nade qezenckirin.

Mixabin îro bi mantiqê gelo wê çi bi me bide qezenckirin, li her tiştî tê nêrîn. Em vê rast nabînin. Ev pirsgirêk, pirsgirêka hemû gel û civakên li Tirkiyeyê ye. Em dibêjin eger pêwîst bike bila çêkereke siyasî ya mîna DEM Partiyê jî nebe. Bes bila aştî û demokrasî pêk were. Em zagoneke bingehîn a demokratîk dixwazin ku her kes bikare xwe di nav de bibîne.”

‘YEKANE ŞERTÊ ÇARESERIYÊ DEMOKRASÎ Û HEVRÛBÛNA BI RABIRDÛYÊ RE YE’

Firat destnîşan kir ku daxwaza herî esas a civaka Kurd û partiyên wê demokratîkbûn e û diyar kir ku Tirkiye divê bi rabirdûya xwe ya bi siyaseta înkar û îmhayê nixumandî re, hevrû bimîne. Firat got, “Em demokrasiyê dixwazin. Dema demokrasî çêbû, wê azadî jî çêbin, nasname wê xwe îfade bikin, hemû civak wê bi zimanê xwe û baweriya xwe bikarin xwe bi rengekî azad îfade bikin û mekanîzmayên ku bikarin xwe pê rêve bibin, ava bikin. Ev encex bi demokrasiyê pêkan e. Her kes divê hurmet nîşanî hiqûqa hevdû bide.

Tirkiye divê demokratîk bibe û bi rabirdûya xwe re hevrû bimîne. Bifikirin, li Sêwasê 33 mirov, beriya 33 salan bi zindî hatin şewitandin. Hîna ev jî tam nehatiye ronîkirin. Em dikarin mîna vê bi sedan komkujiyan bînin ser ziman. Tirkiye êdî divê bi van êşan re hevrû bimîne.

Niha li girtîgehan girtiyên nexweş hene, dîlgirtiyên siyasî hene. Ev zihniyet divê xwe biguhere. Weke DEM Partî em Tirkiyeyeke demokratîk û bi rabirdûya xwe re hevrû bimîne, dixwazin. Em rastiya vê civak û gelî ne. Weke DEM Partî em demokrasiyê dixwazin.”

‘DIVÊ JI BO BIRÊZ OCALAN ŞERT Û MERCÊN AZAD BÊN AFIRANDIN’

Celal Firat têkildarî nîqaşên li ser muxatabiya di çareseriya pirsgirêka Kurd de, nirxandin kir û destnîşan kir ku divê rola Rêber Apo ya ji bo pêvajoyê were zelalkirin.

Firat ev tişt jî got, “Birêz Ocalan bangek kir û li ser esasê vê bangê berpirsyariya xwe bi cih anî. Êdî sîstem û dewlet divê di çarçoveyeke hîn demokratîktir de li vê meseleyê binere. Divê statuya wî bi rengekî zelal were diyarkirin. Birêz Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye. Lewma divê jê re şert û mercên azad demildest bên avakirin ku bikare rasterast bi gelê xwe re baxive û xwe îfade bike.”

‘GEL JI AŞTIYÊ RE AMADE YE, DESTHILATDARÎ DIVÊ ÎRADE NÎŞAN BIDE’

Celal Firat têkildarî civînên gel ên li Sêwas, Tokat, Malatya û Puturge lidar xistin, çavdêriyên xwe anî ziman û got, di beşên fireh ên civakê de bendewariya ji bo aştiyê xurt e, lê bêbaweriyeke cidî li hemberî desthilatdariya siyasî heye.

Firat ev tişt bilêv kir: “Di serî de Sêwas, Tokat û Malatya em bi navçe û herêmên cuda re di nava danûstandinan de ne. Her kesê ku em pê re hevdîtinê dikin, dixwaze demildest aştî çêbibe. Lê belê li hemberî pêvajoyê bêbaweriyek jî heye; pirs dikin ‘gelo çima ev gav nayên avêtin?’

Her kes êdî demokrasî, azadî û aştiyê dixwaze. Dibêjin, ‘em westiyan’. Gel ji bo aştiyê amade ye, bes bila desthilatdarî gavên bi wêrek bavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs
Nûçeya Pişt re Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leyla Şaylemez hate bîranîn

Leyla Şaylemez a li Parîsê hate qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn. Parlamentera DEM…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê wesayîtekî welatiyan bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker li ber xweringeha Dicle a dikeve Başur û Rojhilatê Kobanê wesayîtek…

Ji aliyê Stêrk TV

Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

Jinan têkildarî mirina bi guman a jinan axivîn û gotin, "Mirina jinan nayê lêkolîn; kiryar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?