Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û partiyan ji bo veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nîdal Îbrahîm El Mihemed li Goristana Şehîdan a navçeyê kom bûn. Nîdal Îbrahîm El Mihemed duh li herêma Cinûb El Red a Til Hemîsê şehîd bûbû.
Di merasîma veşartinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî û fedakariyên şehîdan silav kirin.
Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Hemîsê Mihemed El Hesen jî wiha axivî: “Em ê rê û paragdîmaya Rêber Abdullah Ocalan temam bikin û di oxira parastina welat de, canê xwe feda bikin.”
Endamên malbata şehîd Nîdal jî soz da ku rêya şehîdan berdewam bike.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û şehîd li goristanê hate veşartin.