Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Îbrahîm Ziêtir yê di 13’ê Gulana 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê ya Kantona Firatê bi merasîmekê hat veşartin. Malbatên şehîdan, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û bi sedan xelkê Sirînê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd hatin hildan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Di merasîmê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Ûçkaxet axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Mistefa Ûçkaxet anî ziman ku şehîd Îbrahîm Ziêtir li dijî desthilatê serî hilda û cihê xwe di nava QSD’ê de girt. Mistefa Ûçkaxet got ku ew soza tolhildana şehîdan didin û got, wê ala şehîdan timî hildin jor.
Hevserokê Meclîsa Sirînê Şebo Ebdilreza jî axivî û got: “Em ê timî li ser rêya şehîdan têkoşînê geş bikin û li dijî destdirêjiyê jî serî hildin. Em ê li hemberî dagirkeriyê rabin û welatek azad ava bikin.”
Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îs jî axivî û ev tişt got: “Em ê timî rêya şehîdan bişopînin û Sûriyeyek azad ava bikin.”
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê Behiya Elî jî axivî û got: “Em ê timî li ser rêya şehîdan têkoşînê geş bikin û li dijî dagirkeriyê rabin.”
Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Ziêtir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.