Gelê Qamişlo cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxanê hat veşartin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Kongra Star û hevrêyên her du şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo axivî û diyar kir ku şehîd Sorxwîn û Arîn cihê xwe di damezirandina YPG û YPJ`ê de girtiye, li her deverê tê koşiyan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihandin jinan û wiha pê de çû: “Em xwedî îrade ne û heta dawiyê em ê li pey soza şopandina rêça şehîdên xwe bin.”
Endamê Kongra Îslama Demokratîk Omer Hemîd jî axivî û destnîşan kir ku “şehîd soza xwe ya bi nasnameya wefadariya bi welatê xwe re pêk anîne û her di nava dilê gelê xwe de jîndar in.”
Bi radestkirina wesîqeya şehadetê re beşdaran dengê li şehîd Sorxwîn Celal guhdar kir ku dibêje: “Heta di damarên me de xwîn hebe em ê tê bikoşin. Bê serok, bê jin û bê azadî jiyan nabe, serkeftin ji me re ye, ji me re ye.”
Cenazeyên şehîd Sorxwîn Celal li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan û şehîd Arîn Kobanê li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê hatin veşartin.
Sorxwîn Celal (Vahîde Atalay) û Arîn Kobanê di êrîşa 3’yê Nîsanê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de şehîd bûn.
MINBIC
Gelê kantona Minbicê li goristana şehîdan a Minbicê kom bûn û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Essaf El Îsa û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed Ferec spartin axê ku di 4`ê Nîsanê li herêma El Farat a rojavayê Minbicê şehîd bûbûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Elaa El Elî axivî û got: “Ji vir, ji vê cihê pîroz em şehîdên xwe yên leheng oxir dikin ku di oxira parastina welat de canê xwe feda kir û ji bo parastina ewlehiya gel, destanên lehengiyê nivisîn.”
El Elî soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.
Ji fermandên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Sûrî Minbic jî got: “Em soz didin şehîdan û malbatên wan ku dev ji rêya hevalên xwe bernedin û li eniyan li hemberî êrişkeran li ber xwe bidin.”
Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Minbicê general Ehmed Xelîf jî soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û tola wan hilînin.
Piştî xwendina wesîqeyên şehadetê yên şehîdan, girseyê cenazeyên her du şehîd veşartin.