Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Cenazeyên şehîd Cîhad û Dilovan hatin veşartin
Rojava

Cenazeyên şehîd Cîhad û Dilovan hatin veşartin

Cenazeyên şervanê YPG’ê şehîd Cîhad Bîrdixan û şervanê QSD’ê şehîd Dilovan Termik li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasîma de, malbatê soza şopandina rêya şehîdan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê Yekîneya Parastina Gel (YPG) şehîd Cîhad Bîrdixan (Ebdo Reşo) ku di 27’ê Mijdara 2024’an de dema li ser erka xwe şehîd bû û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dilovan Termik (Mistefa Hecî Mehmûd) ku di 28’ê Mijdara 2024’an de dema li ser erka xwe şehîd bû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê veşartin.

 

Di merasîma veşartinê de malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Yek ji rêvebera Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Ismaîl sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.

Bedîa diyar kir ku şehîdan bi qehremanî têkoşîn kirin, ji bo ku welatekî azad ava bikin, canê xwe feda kirin û wiha domand: “Şehîdên me hêza me ne, şehîd ewin ku azadî ji me re dane avakirin. Lewma divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ji bo em xwîna wan li erdê nehêlin, divê em asta têkoşînê bilindtir bikin.”

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef got: “Şehîdan ji bo weletek azad têkoşîn kirin, ji ber vê yekê canê xwe kirin feda. Ji vê derê ji kela berxwedanê Kobanê em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin û rêya wan heta dawiyê bişopînin.”

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Polat Samir anî ziman ku ew ê tu carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin û wiha axaftina xwe domand: “Divê hêza me xurt be li hember dijmin. Şehîdên me hiştin ku em bi azadî jiyan bikin. Lewma divê em xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û rêya wan bişopînin.”

Li ser navê malbata şehîd Dilovan Termik, Mihemed Bozan got ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li ber xwe bidin û têbikoşin.

Her wiha li ser navê malbata şehîd Cîhan Bîrdoxan, Behrî Ismaîl sersaxî ji malbatên şehîdan û ji Rêber Apo re xwest û got: “Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin. Tişta ji me tê xwestin ew e ku em wek malbatên şehîdan û gelê welatparêz xeta şehîdên xwe bişopînin.”

Piştî axaftinan wesîqeya her du şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û teslîmî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê her du şehîdan bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Piştî merasîma veşartina cenazeyên şehîd Cîhad Bîrdixan û şehîd Dilovan Termik, girseyê berê xwe da konê sersaxiyê ya li Termik ê li rojhilatê Kobanê û gundê Siftekê yê li rojavayê Kobanê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Babê di navbera QSD’ê û çeteyan de şer
Nûçeya Pişt re Dagirker êrîşî gundên Efrînê dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH’ê Berxwedana 15-16’ê Hezîranê silav kir: Em li dijî faşîzmê bibin yek

faşîzmê bibin yek HBDH’ê Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê silav kir û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniya hevbeş dan

Nûnerê Taybet ê DYA`yê yê Sûriyeyê û Wezîrên Derve yên Fransa û Sûriyeyê li Parîsê…

Ji aliyê Stêrk TV

PKK’ê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta wî de bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê rêberê şoreşger ê mezin û şehîd mezin ê destpêkê yê tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyên şehîdên girtîgeha Kobanê wê sibe werin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Însiyetîfa Gel a Rojava êrîşên provokatîf şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî serdana birîndaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî şewata li girtîgeha Kobanê, li bajêr şîn heye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?