Şemî, 20 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Amedê di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş hate lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê dê li ber AZC Plaza ya li ber Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê hatin bahev. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn.

CIL Û BERGÊN KURDÎ HATIN ASTENGKIRIN 

Polîsan destûr neda pankarta li qadê hate vekirin. Saziyên ziman û çandê jî pankarta “Hunera me hebûna me ye” vekir. Di ketina qadê de jinên ku cil û bergên herêmî yên xemrî li xwe kirin û hin kesên cil û bergên Kurdî li xwe kirin negirtin hundir. Piştî hevdîtinên hatin kirin, jin girtin qadê, bi hinceta li ser cilên zilaman “apolet” heye zilam hatin astengkirin. Welatiyan li dijî helwesta polîsan cilên xwe ji ber xwe kirin û berovajî li xwe kirin û tev li meşê bûn.

DAYIKÊN AŞTIYÊ BI LAÇIKÊN XWE YÊN SPÎ TEVLÎ MEŞÊ BÛN

Di meşa ku Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî beşdar bûn de, sekînina girseyî ya demekî dirêj a ji aliyê polîsan ve bi çepikan hate protestokirin. Piştî muzakereyên hatin kirin Dayikên Aştiyê yên bi laçikên xwe yên spî li herî pêş bûn bi pankarta ku Kurdî û Tirkî li ser “Azadî û aştî nikare were tecrîdkirin” dest bi meşê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta “Jin di aştiyê de bi israr in” meşiyan.

Platforma KESK’ê ya Amedê bi pankarta “Em teslîmî şer, xizanî û mêtîngeriya kedê nabin, aştiyê dixwazin” tevlî meşê bûn. Di meşê de dowîzên “Bijî aştî” hatin hilgirtin. Di dema meşê de her tim dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bimre koletî, bijî aştî”, “Li derve li hundir tecrîdê perçe bike” û “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” hatin berzkirin.

KOÇAK: YA KU DIVÊ BÊ GUHERTIN DESTHILAT E

Girseyê meşa xwe li Qada Şêx Seîd bi dawî kir. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak anî ziman ku kedkarên xizan, gelên tine tên hesibandin û ciwan bi hev re aştiyê diqîrin û wiha got: “Hemû gel aştiyê dixwazin. Heke îro xizaniyek hebe, îro kedkar neçar bimînin ku di bin sînorê xizaniyê de bijîn, ciwanên me bi torpîlên di bin navê mulakatê de pêşeroja xwe winda bikin sedemê vê desthilata ku polîtîkayên xwe yên şer didomîne ye. Ya ku divê bê guhertin ev desthilat e. Bijî aştî.”

Piştî Koçakê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê, peyama aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan a dîl girtî ku bi rêya parêzerên xwe di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji Dayikên Aştiyê re şand xwend. 

AYŞE GOKKAN: EM LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ NE

Ayşe Gokkan di nameya xwe de da zanîn ku hemû jiyana dayikên aştiyê bi têkoşîna aştiyê û avakirina civakeke azad derbas bûye û got: “Em li dijî şer û tecrîdê ne. Em girtiyên jin yên têdikoşin li hember têkoşîna dayikên aştiyê rêzdar in. Em deyndarên we ne û wê laçikên we yên spî li erdê nemîne. Bila 1’ê îlonê pîroz ve. Bila bibe hêviya aştî û azadiyê.”

ÇÎGDEM KILIÇGUN ÛÇAR: KUŞTINA ROJNAMEVANAN SÛCÊ ŞER E

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a pişt re axivî, roja aştiyê ya cîhanê li gelan pîroz kir. Ûçar a her du rojnamevanên Kurd ên di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilklirin bi bîr anîn û wiha got: “Rojnamegeriya Kurd li her derê nîşanda ku çawa tê nivîsin. Hûn nikarin bi kuştinê Kurdan biqedînin. Hevalên me li ku derê dibin bila bibin wê rastiyê binivîsin. Hûn bi van êrîşan nikarin gelê Kurd bitirsînin. Ti derew, operasyon û êrîşên we nekarîn vê rastiyê biguherînin û wê nikaribin biguherînin. Kuştina rojnamevanan sûcekî şer e. Rojnamevan ji bo ku rastiyan dinivîsîn tên qetilkirin.”

Ûçar da zanîn ku pêvajoya aştiyê dikare bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê meşandin û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bêdeng nebû, nesikînî. Tevî zilmê jî got aştî. Tu hêz nikare vê bide rawestandin. Em ê bersivê bidin kesên ku nahêlin gelê Kurd li erdnîgariya xwe ji bo aştiyê bimeşin. Yên ku nikarin bibin neynûka gelê Kurd, nikarin wan bitirsînin. Jinên kurd, ciwanên Kurd, gelê Kurd li ser piyan e. Ji bilî Plana Şark İslahatê tiştekî din di destê we de nîne. Tenê polîtîkayên şer hene. Hûn siyasetê nakin. Hûn desthilateke ku aboriyê tenê li ser şer û mirinê ava dikiln û tenê mayîne ne. Kesên ku tehamulî zimanê gelê Kurd nakin nikarin gotinekê ji me re bêjin. Tehamulî nivîsa ‘Pêşî peya’ nekirin. Bi zimanê me yê dayikê li dijî çanda me şer îlan dikin.”

‘BIRÊZ ABDULLAH OCALAN LI SIYASETMEDARÊN WÊREK DIGERE’ 

Ûçar bilêv kir ku xizanî ewqas zêde bûye ku mirov bi polîtîkayên şer re întîxar dikin û wiha got: “Ji niha û pê ve siyaseteke bi vî rengî nîne. 25 sal in li Îmraliyê tecrîdê dikin. Kesên dixwazin li wêneyê Tirkiyeyê binêrin bila li Îmraliyê binêrin. Bêhiqûqî li wir e, li Îmraliyê aştiya birûmeta a tê xwestin heye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere. Em li vir qala nirxên gelê Kurd dikin. Desthilat bi têgeha ‘terorê’ hewl dide civakê bêdeng bike. Em bêdeng nebûn û em ê bêdeng nebin jî. Her kesek ji me heta ku aştiyeke birûmet neyê avakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Mîtîng piştî govenda hate gerandin bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
Nûçeya Pişt re Li Kadikoyê 1’ê Îlonê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin

Li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jin a hilberîner û rêxistinkirî jin a herî bedew e’

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi girîngiya nîqaşên li ser etîk û estetîkê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di nava salekê de 971 serlêdanên tundiyê: Karê li qadê wê zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?