Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê bênavber didomîne.
SEMSÛR
Endamên partiyê ku namzetê hevşaredariyê Osman Ozbek jî di nav de li navçeya Kolikê ya Semsûrê esnaf ziyaret kirin. Ozbek û kesên pê re li pirsgirêk û gazincên esnafan guhdarî kirin, diyar kirin ku dê bi hev re pirsgirêkên Kolikê çareser bikin.
MELETÎ
Namzetên Hevşaredariyê yên Meletiyê Abdulvahap Ekîm û Sevîm Şîmşek Bayram li navçeya Çirmikê esnaf ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê bi parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya re ji aliyê esnafan ve rastî eleqeyeke mezin hatin. Namzetan yek bi yek serdana esnafan kirin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.
BEDLÎS
DEM Partî l taxa Yenikent a navçeya Xîzan a Bedlîsê buroya hilbijartinê vekir. Li gel gelek kesan namzetên hevşaredariyê yên Bedlîsê Nezîr Karabaş û Sumeyye Kizilkaya jî tevlî vekirina bicoş bûn. Gel beriya vekirinê demeke dirêj govend gerand. Namzetê Hevşaredariya Xîzanê Kerem Ugur ev tişt anî ziman: “Em ê bi alîkaroya we şaredariyê bi dest bixin. Em ê bi hev re xizmetê ji gelê Xîzanê re bikin.”
KOCAELÎ
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Kocaeliyê yên DEM Partiyê Selda Îlgoz Koçyîgît û Hasan Ozguneş beşdarî bernameya danasîna namzetan bûn. Namzetê Hevşaredariyê Hasan Ozguneş li wir axivî û got, “Tenduristiya gel di bin tehdîdê de ye. Li Dîlovasiyê pirsgirêka penceşêrê di asta herî jor de ye. Li binê kargehan qada niştecihbûnê ava kirin. Em ê hewl bidin van hemûyan bi hev re bi rêxistin bikin. Em dikarin kooperatîfên hilberînê ava bikin. Ji sendîka, kedkar, kedkaran em ê hêzê bigirin. Reçeteya rizgariyê bi me re ye.”
DÎLOVASI
Namzetên Hevşaredariya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê Şevîn Coşkun û Mustafa Avci li taxa Mîmar Sînan û Orhan Gazî beşdarî vekirina buroyê bûn. Gelek kes beşdarî vekirina buroyê bûn.
TEKÎRDAG
Li Tekîrdagê bi beşdariya namzetên Hevşaredariyê Mûselma Keskînturk û Sadî Ozdemîr buroya hilbijartinê hat vekirin. Di vekirinê de parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat axivî û got, “Em dixwazin ji Kurdistanê heta herêma Trakyayê li her derê wekhev bijîn. Li vî welatî li her derê tecrîd heye. Bi sedan hevalên me yên li girtîgehan hene ku niha di greva birçîbûnê de ne. Em îradeyeke siyasî ne ku bi Doza Komploya Kobanê re rû bi rû ne. Lê çi bikin bila bikin em li wir in. Em xwediyê vê erdnîgariyê ne.” Çalakî bi gerandina govendê û bi stranan bi dawî bû.
YALOVA
Namzetên Hevşaredariyê yên Yalovayê Songul Hacîoglû û Cengîz Topbaşli jî li herêmên xwe beşdarî vekirina buroyê bûn.
RIHA
Namzetên Hevşaredariyê yûn Bajarê Mezin ê Riha Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer li navçeya Halîliyeyê serdana bazara Şireciler û Fistikçilar kirin. Namzetên Eyûbiyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş û namzetê Karakopruyê Ridvan Yavuz jî beşdarî ziyareta li vir bûn. Namzetên beşdarî civîna ku ji aliyê esnafên sûkê ve li Ofîsa Tomarkirina Bazara Şire hat lidarxistin bûn. Piştre yek bi yek esnafên sûkê ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdarî kir.
Namzetan piştre esnafên Mala Pîşesazî ya Evrenê ziyaret kirin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Mûslûm Baran li taxên Bostanci, Bostanciya Jêr û Bostanciya Jor bi welatiyan re hatin cem hev.
Li navçeya Serêkaniyê xebatên hilbijartinê bi du aliyan ve dewam kirin. Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî beşdarî xebatê bû. Namzetê hevşaredariyê Ugur Kahraman tevî endamên partiyê esnafên kolana Wêranşarê ziyaret kir. Endamên partiyê her cihên tê de derbas dibûn bi tilîliyên serkeftinê û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Li taxa 15 Temmuzê xebatên hilbijartinê dewam kirin.
Namzeta din a Hevşaredariyê Rahşan Yazici serdana taxên kir. Yazici banga tevlîbûna çalakiya 8’ê Adarê kir. Jinên Xanê û Ebês bi eleqeyek Yazici pêşwazî kirin. Yazici banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir.
Namzetên Hevşaredariyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgun esnafên kolana Qereçdagê û kolana kevin a Rihayê ziyaret kirin. Welatiyan anîn ziman ku AKP’ê di nava 5 salan de ji bo bajar “kevir jî danayniye ser hev”. Hevşaredariyan diyar kirin ku DEM Partî piştî serkeftina di hilbijartinan de dê bajar jinûve ava bike.
Namzetên Hewagê Aygul Kapıkaalî û Îsmaîl Yildiz li taxên Gêrdek û Egîrcê xebatên xwe berdewam kirin.
Namzetên Bêrecûkê Berîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît li taxa Mezrayê beşdarî civîna gel bûn. Namzet piştre serdana esnafên taxa Meydanê kirin.
Namzetên Sêweregê Alî Dusak û Yildiz Çetîner esnafên Eskî Sanayî û Bazara Doşemê ziyaret kirin. Namzetan yek bi yek esnafan ziyaret kirin û ji bo hilbijartinên xwecihî piştgirî xwestin. Li navenda navçeyê xebatên xwe yên bi esnafan re û serdana malan berdewam kirin.
AMED
DEM Partî li hemû navçeyên Amedê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. DEM Partî li navçeya Erxeniyê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken beşdarî vekirinê bûn.
Hatun got ku Kurd xwedî li doz û xaka xwe dedikevin.