Dadgerê Êzidî Qasim Şengalî têkildarî aliyên qanûnî yên jenosîd û sûcên ku DAÎ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan li Şengalê kirine nirxandin kir. Şengalî ji Ajansa Nûçeyan (ANF) re axivî û diyar kir ku divê gavên ku mafên Êzidiyan biparêzin, avaniya îdarî ya Şengalê bê xurtkirin û jenosîd bi awayekî qanûnî bê naskirin, bên avêtin.
Şengalî got, “Pêşnûmeya ku me amade kiriye dibêje ku divê teqez sûcên li dijî Êzidiyan fermî wekî jenosîdê werin naskirin. Her wiha di çarçoveya qanûna navneteweyî de, ji bo pêşî li jenosîdên bi vî rengî yên li dijî Êzidiyan bigirin, em pêşniyar dikin ku tedbîrên pêwîst werin girtin.”
‘DADGEHEKE TAYBET JI BO MISOGERKIRINA EDALETÊ GIRÎNG E’
Şengalî anî ziman ku pêdivî bi dadgeheke taybet heye ku sûcên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatine kirin bidarizîne û destnîşan kir ku hem ji bo mexdûran edalet bi cih were û pêşîgirtina li sûcên bi vî rengî bê girtin girîng e.”
Şengalî wiha berdewam kir: “Cezakirina sûcdaran ne tenê ji bo hesabpirsîna tiştên berê hatine kirin e; di heman demê de rê li ber dubarekirina sûcên bi vî rengî digire.”
REXNEYA DERBARÊ PÊVAJOYA UNITADÊ DE
Şengalî derbarê xebata Tîma Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Misogerkirina Hesabpirsîna Sûcên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve Hatine Kirin (UNITAD) ku ji bo lêkolîna sûcên ku ji hêla DAİŞ’ê ve li Iraqê hatine kirin ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin jî nirxandin kir. Şengalî gumanên xwe yên li ser paşeroj û nêzîkatiya îdeolojîk a Serokê UNITAD’ê Kerîm Xan anî ziman û anî ziman ku dikare bandorê li pêvajoya qanûnî ya dosyaya Êzidiyan bike û bibe sedema windakirina hin delîlan.
Şengalî destnîşan kir ku di nav UNITAD’ê de endamên Êzidî tune ne û got, “Dema ku komîsyon hat damezrandin, min xwesteka xwe ya dilxwaziyê anî ziman lê destûr nehat dayîn ku vê yekê bikim.”
‘CUDAKARIYA LI HEMBER ÊZIDIYAN BERDEWAM DIKE’
Şengalî bi bîr xist ku Êzidî ji berê ve di cihgirtina nav saziyên dewletê de bi cudakariyê re rû bi rû mane û destnîşan kir ku Êzidî berî sala 2004’an wekî dadger nedihatin tayînkirin.
Şengalî destnîşan kir ku Serokkomarê wê demê yê Iraqê Celal Talabanî wan tayîn kiriye û piştgirî daye wan û got, “Mam Celal hem bandora xwe ya siyasî û hem jî desthilatên ku wekî Serokkomar hebû bikar anî da ku rê li ber me veke ku em bibin dadger.”
Şengalî da zanîn ku piştî wefata Mam Celal di rêveberiyên Iraq û Herêma Kurdistanê de meqamên dadgeriyê nedane Êzidiyan û wiha bi dawî kir: “Dema ku me dibînin, dibêjin, ‘Hûn Kurdên rastîn in’ lê li pişt perdê bcûda nêzîkî me dibin.”

