În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ji bo Şehîdên Azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e
Kurdistan

Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

Hevserokatiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê daxuyand ku mafê civaka Êzidî yê xwerêveberî û xweparastinê heye û banga naskirina navneteweyî ya jenosîdê û darizandina sûcdaran kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi boneya 12’emîn salvegera Fermana 74’an ya 3’yê Tebaxa 2014’an, Hevserokatiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê daxuyaniyek belav kir û piştevaniya xwe ji bo têkoşîn û mafê rewa yê xelkê Şengalê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 12’emîn salvegera jenosîda ser xwişk û birayên me yên Êzidî

Gelê me yê serbilind, gelê Êzidî yê wefadar û raya giştî ya azadîxwaz. Îro 12 sal bi ser yek ji reştirîn û êştirîn karesatên sedsala 21’emîn re derbas dibin ku ew jî karesata Fermana 74’an û jenosîda xwişk û birayên me yên Êzidî ya li Şengala ye. Êrişa li ser Şengalê, ne tenê êrişek li ser herêmeke erdnîgariyê bû, ew êrişeke qirêj û plankirî ya li ser kuştina resentî, çand, bawerî û dîroka zindî ya netewekê bû ku bi sedan sale bi serbilindî ji bo parastina nasnameya xwe têdikoşe. Ew zilm û sûcê ku li dijî civaka me ya Êzidî hat kirin ku ji komkujîkirina mêran, revandin û bazirganîkirina jin û keçan û koçberkirina bi sed hezaran kesan pêkdihat, li ser bedena tevahiya mirovahiyê birîneke kûre û bi taybetî li ser bedena gelê Kurd ku tu carî sax nabe.

Şengal sembola berxwedan û resentiyê ye, ew êşa ku li Şengalê hat kişandin, di dilê Qendîlê û tevahiya Kurdistanê de deng veda.

Helwest û peyama me di vê salvegerê de pir zelale; tevî ku armanca dijmin rûxandina û tûnekirina ol û resentiya Êzidiyan bû jî, lê bawerî, vîna polayî û berxwedana civaka Êzîdî îspat kir ku hêvî û welatparêzî ji sûc û zilmê bihêztirin.

Mafê xwerêveberiyê û xwe parastinê: Komkujiya Şengalê nîşan da ku tu gelek nikare çarenûs û jiyana xwe bispêre destê hêzên derve. Ji bo wê di roja me ya îro de mafê rewa û xwezayî yê civaka Êzidî ye ku xwedî rêveberiyeke xweser û hêza xwe ya parastinê ya taybet bin. Ji bo ku rê li ber dubarebûna her fermaneke din bigrin.

Dadperwerî û nasandina navdewletî: Di heman demê de em ji civaka navneteweyî û saziyên hiqûqî daxwaz dikin ku bi şêwazekî fermî vê sûcê wekî jênosîd di tevahiya cîhanê de binasînin û encamder û hevkaran bidin dadgeha navneteweyî.

Vegerandina windayan: Pêwîste hewldanên navneteweyî û herêmî yên ji bo rizgarkirina kesên hîn nehatine azadkirin berdewam bin û çarenûsa tevahiya wan jin û zarokên Êzidî yên ku heta niha winda ne were eşkerekirin.

Xwişk û birayên berxwedêr ên Şengalê! Em wekî Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, tekezî li ser piştgiriya xwe ya bêmerc û berdewam ji bo vîn, têkoşîn û mafên we yên rewa dikin. Qendîl her tim bûye eniya parastina rûmet û azadiya tevahiya pêkhateyan û wê wiha bimîne.

Em serê xwe li ber bîranîna pîroz a şehîdên Fermana Şengalê û tevahiya şehîdên rêya azadiyê ditewînin, daxwaza şifaya bilez ji bo birîndaran dikin.

Şehîdên karesata Şengalê namirin, serbilindî ji bo civaka berxwedêr a Êzîdî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji 7 salî heta 70 salî daxwaza zelalkirina çarenûsa windayan kirin
Nûçeya Pişt re Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

Jin bi herikîna kolanan re cesareta xwe kirin yek, agirê di dilê xwe de geş…

Ji aliyê Stêrk TV

Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê

Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Em pêvajoya nû rast fêhm bikin, li dijî lîstikan hişyar bin!

KCK'ê diyar kir ku AKP bi polîtîkaya xwe şer giran dike û bang li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?