Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > DBP: Divê desthilatdarî gavên şenber biavêje
Kurdistan

DBP: Divê desthilatdarî gavên şenber biavêje

Di encamnameya civîna hevserokên bajaran û meclîsa partiyê ya DBP'ê de ji desthilatdariyê hate xwestin ku êdî gavên şênber biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) encamnameya civîna hevserokên bajaran û endamên PM’ê li Amedê hatibû lidarxistin, parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi serokatiya Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û bi beşdariya endamên PM’ê û hevserokên bajaran civîn hatiye lidarxistin. Hat gotin ku di civînê de li ser banga Abdullah Ocalan nirxandinên berfireh hatine kirin.

Di encamnameyê de ev tespît hatin rêzkirin:

“*Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelan û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî xwedî wateyeke dîrokî ye. Ev bang; îfadeya îradeyeke xurt a ku dê rêya aştî, azadî û wekheviyê vebike ye. Weke DBP’ê, ji bo xwedîderketina li bangê, ji bo gavên hatine avêtin veguherin pêvajoyekê û ji bo parastina destkeftiyên gelên me, em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin.

*Avakirina civakeke demokratîk divê ne tenê hedef be, divê bibe şêwazê jiyanê. Ev yek, bingeha sereke ya pêkvejiyana gelan, misogerkirina azadiyan û cîbicîkirina wekhevî û edaletê ye.

*Xwedîderketina li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan, ne tenê berpirsyartiyeke sîyasî ye, di heman demê de îfadeya berpirsyartiya mezin a ji bo pêşeroja gelên me ye. Îradeya wî ya çareseriyê, ji bo azadî û wekheviya gelan firsendeke û em ê nehêlin ev firsend ji dest biçe. Destkeftiyên gelê Kurd, divê bi serdema nû re bên parastin û hîn bêhtir bên pêşvebirin.

*Civakîbûna pêvajoya bi pêşengtiya birêz Ocalan hatiye destpêkirin, xwedî girîngiyeke krîtîk e. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de îfadeya daxwazên hevpar ên gelan e. Xwedîderketina gelên me û tevahiya civakê ya li pêvajoyê, ji bo aştiyê û mayindebûna wê dê roleke mezin bilîze.

*Ji bo ku îradeya çareseriyê li ser zemîna civakî xurt bibe, em ê di rojên pêş de li zêdetirî 100 navendan bi gel re bên gel hev û bicivin. Di çarçoveya vê plansaziyê de, em ê wan jî bikin parçeyeke vê pêvajoyê. Bi taybet jî, bi pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê re ku dê bi pêşengtiya jinan li hemû qadan bên lidarxistin, em ê biryardariya xwe ya xwedîderketina li îradeya çareseriyê bi coşeke herî mezin pratîze bikin.

*Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, ji bo serkeftina pêvajoyê gelek girîng e. Ji bo ku bikare fikr û ramanên xwe bi awayekî azad rave bike, hewceye ji hêla fîzîkî ve azad bibe û mercên wî bêyî bi demê re bê vehêlan yekser bên başkirin.

*Di çarçoveya van xisûsan de, di mijara çawaniya nexşerêya têkildarî çareseriyê hewceye dewlet û îktîdar xwe ji vê rewşa nediyar xelas bike, bêhtir zelal bibe û gavên şênber biavêje. Her wiha, divê zemîna parlamentoyê ku birêz Ocalan biisrar balê dikişîne ser were karîgerkirin û ji muxalefetê heta rêxistinên civaka sivîl, berpirsyartiyê bidin tevahiya civakê.”

Piştî tespîtan, ev nirxandin hate kirin: “Weke DBP’ê, em bibiryar in ku xwedî li Banga Sedsalê ya di 27’ê Sibatê de hatiye kirin derkevin û vê pêvajoyê tevî gelê me mezin bikin. Ji bo îradeya çareseriyê bijî, ji bo daxwazên gelê me bên cîbicîkirin û aştî mayinde bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev pêvajo, ne tenê pêşniyareke siyasetê ye, di heman demê de îfadeya şênber a têkoşîna azadî û wekheviyê ya hemû gelan e. Ji bo ku ev banga birêz Ocalan bêhtir civakî bibe û veguhere tevgereke civakî, em ê tişta dikeve ser milê xwe bikin û di her gavê de ji bo aştî û çareserî bihêztir bibe bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Artêşa Tirk 828 caran êrîşî gerîla kir
Nûçeya Pişt re DYE dixwaze statuya penaberiyê ya demkî ya 240 hezar Ûkraynayiyan betal bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amûdê broşurên 8’ê Adarê hatin belavkirin

Bi pêşengiya Kongra Star li Amûdê broşur hatin belavkirin û ji bo çalakiyên 8'ê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

TAJÊ name ji 19 welat û saziyan re şand: Qirkirinê nas bikin

Komîteya Dîplomatîk a TAJÊ nameyek ji 19 welat û saziyên ku fermana 3’yê Tebaxê wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zagros dibû Mizgîniya serketinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?