Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Desthilatdariya ku Wezareta Jinan veguherand Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî û jinan di qada polîtîkayên civakî de sînordar dike, bi rejîma qeyûman a 8 salên dawiyê hemû destkeftiyên jinan tune dihesibîne ku mekanizmayên rêveberiyên xwecihî yên ku jin li dijî tundiyê serlêdanê bikin jî hatine tunekirin.’’
Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û ev yek anîn ziman: ‘’Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk di hilbijartinên xwecihî de bi dengên rêjeya herî bilind hate hilbijartin. Hevrêya me, Hevseroka me Gulîstan Sonuk şaredariya qeyûman a desthilatdariya mêran a serwer teşhîr kiriye û bûye hedefa desthilatdarî û polîtîkayên qirêj. Desthilatdarî dixwaze ku têkoşîna ku bi pêşengiya jinan derketî holê lawaz bike û bi manipulekirina civakê hewl dide ku îradeya gel a li dora hevserokatiya me pêkhatî, bişkîne. Em ji qetilkirina Narîn Guran a 8 salî baş dizanin ku armanca desthilatdariyê ne parastina malbatan e!’’
Di dawiya daxuyaniyê hate diyarkirin ku ji ber poltîkaya desthilatdariyê ya bêcezatiyê her roj jin û zarok bi awayekî hovane tên qetilkirin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: ‘’Armanca sereke ya kesên ku li hemberî êrîşa zayendî, êşkence, îstîsmarkirina zarokan û qetilkirina hovane xwe bêdeng dikin lê belê dema ku mijar dibe ‘’malbat’’ êrîşê dikin, feraseta me ya azadîxwaziya jinan e. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî rejîma qeyûman di nva têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan de cihê xwe bigirin.’’