Sêşem, 26 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di cejna Qurbanê de serdanên goristanan: Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel: CHP bi awayekî fiîlî hate girtin armanca wî ‘siltaniya teqez’ e

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê bang kir: Di Cejna Qurbanê de aştiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê polîsan êriş birin ser mîtînga Ozgur Ozel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protokola diyalog û çareseriyê ya 30 sal berê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Kontra Omîd Weşkelanî hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mazlûm Ebdî li Hewlêrê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Serdeştê kasibkarekî Kurd kuşt, li Mahabadê 3 ciwan binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi koma 202’yan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî wê ‘Komîsyona Heqîqeta Zarokan û Şer’ ava bike
Rojane

DEM Partî wê ‘Komîsyona Heqîqeta Zarokan û Şer’ ava bike

Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê di komxebata xwe ya dawiya meha Hezîranê de ragihand ku wê ji xwe re bike armanc, ku "Komîsyona Heqîqeta Zarokan û Şer" û "Komîsyona Zarokan a di Çareseriya Şer de" ava bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Konferans di 29’ê Hezîrana 2025’an de li Amedê bi sernavê “Di Pêvajoyên Çareseriya Şer de Zarok” hate lidarxistin.

Encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Encamname bi vî rengî ye:

“Konferansa me bi beşdariya gelê me, rêxistinên civaka sivîl ên ku bi salan e bi zarokan re dixebitin, nûnerên partiyên siyasî, û hilbijartiyên ku di parlamentoyê û rêveberiyên herêmî de di qada zarokan de polîtîka çêdikin, pêk hat.

Konferans, piştî “Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku birêz Ocalan di 27ê Sibatê de kir, ji bo nîqaşkirina rêyên tevlêbûna zarokan di zemîna diyalog û çareseriyê de, diyarkirina amûrên avakirina polîtîkayên zarokan û girtina ezmûn û hewcedariyên zarokan wekî navend hate lidarxistin. Di konferansê de, tundkariya pir alî ya ku zarok di warên siyasî, civakî, aborî û zayendî de di pêvajoyên nakokiyan yên 50 salên dawî yên li herêma me de rû bi rû mane, bi berfirehî hate nîqaşkirin. Li ser bingeha taybetmendiya nakokiyên heyî, nîqaş li ser ezmûnên welatên ku pêvajoyên bi vî rengî jiyane hatin meşandin. Van nîqaşan, ji bo zarokan, nexşerêya demên pêşerojê bi awayekî girîng diyar kir. Konferansa me deriyê derfetên avakirina aştiyê û civaka demokratîk bi zarokan re vekir.

Konferansê, derbarê avakirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev xalên li ser zarokan derxistin holê:

Divê zarok di pêvajoyên çareseriya pevçûnan de wekî aktorên civakî û siyasî bên qebûlkirin; bîra kolektîf, ezmûn û hewcedariyên zarokan divê bibin parçeyek avakirina aştiyê û civaka demokratîk.

Aştî û civaka demokratîk bêyî ku li gorî perspektîfa Rêya Sêyemîn îrade, deng û hewcedariyên zarokan esas bên girtin, nayê avakirin. Divê zarok, gel û saziyên ku di qada zarokan de dixebitin, bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên diyalog û nîqaşê bibin; rêbazên bi hev re fikirîn û çalakî bên pêşxistin.

Bi vekirina qadên ewle û pêşxistina mekanîzmayên guncav, divê beşdariya zarokan di pêvajoyên aştiyê de bê mîsogerkirin, derfetên axaftinê ji wan re bên peydakirin û rêbazên gihandina daxwazên wan bi destê biryarderan bên afirandin.

Divê li ser xeta perspektîfa zarokatiyê li şer û pevçûnên pêncî salên dawî were nihêrtin, ezmûnên tundkariyê yên piralî yên ku zarok pê re rû bi rû mane bên tomarkirin. Binpêkirinên mafê jiyanê, tundî, asîmîlasyon, koçberkirina bi zorê, şixulandina bi zorê û xizanîkirin wekî sûc bên belgekirin.

Ji rastiya ku piştî bêdengkirina çekan jî bandora şer di hişê zarokan de didome, divê bîrên zarokan û salên zarokatiyê yên der barê şer û pevçûnê de bên naskirin û xebatên berfireh bên kirin. Divê daxwazên zarokên ku bûne şahidê şer û pevçûnê û malbatên ku windahî jiyane, esas bên girtin.

Pevçûnên ku qewimîne, hemû zarokên welat kirine armanca tundkariyê. Di şexsê Uğur Kaymaz, Mehmet Uytun, Enes Ata, Nîhat Kazanhan, Berkin Elvan, Ceylan Önkol, Eren Bülbûl û Rozerîn Çukur de, divê rastiyên der barê binpêkirinên mafê jiyanê yên hemû zarokên “ji aliyê dewletê ve hatine kuştin” bên ronîkirin.

Polîtîkaya bêcezakirinê di pêvajoyên pevçûnê yên dirêj de normalîze bûye. Ji ber vê mekanîzmayê rastî tê înkar kirin û faîl bê ceza dimînin. Ji bo bidawîbûna vê yekê, ji bo ku zarok bi edaleta rasteqîn bibînin avakirina hêviya kolektîf, misogerkirina edaleta çaksazî û civakîbûna aştiyê pêwîst e.

Hêza bêîmkaniya edaleta cezadarkirinê ya ku bi salan li welat didome, çiqasî xurt be, lêgerîna edaletê ya xizmên windayan jî ew qas xurt e. Hêviya xizmên wendayan ji edaleta çaksazî ew e ku windahî dubare nebin, dewlet ji nêzîkên windayan lêborînê bixwaze û dosyeyên ku bi demê re qediyane ji nû ve bên vekirin û faîl bên darizandin.

Ji bo avakirina hêviyên nû ên di derbarê cîhaneke adil a ku di hişmendiya zarokan de di nav pêvajoyên şer û pevçûnan de wêran bûye, divê îrade, nasname û baweriyên wan; bi giştî hebûna wan bê qebûlkirin û îmkan bê dayîn ku ew bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, perwerdeya bi zimanê zikmakî bi mîsogerkirina qanûnî ji bo aştiyê û civaka demokratîk pêwîst e.

Ji ber ku aştiyê ne tenê çaksazî lê di heman demê de berpirsyariya hevpar û pêvajoya ji nû ve avakirinê ye, divê ji bo ku pêvajoyên şer û nakokiyan li tevahiya welat neyên veguhestin bo paşerojê û nifşên dahatû, mufredateke aştiyê bê çêkirin.

Windahî, şîn û trawmayên civakî, bi têkoşîna kolektîf a li ser daxwaza edaletê û bi xurtkirina bîra civakî dikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê hemû astengiyên li pêşiya rêxistinbûna aştiyê û civaka demokratîk bên rakirin û di navbera aliyên nakok û kesên ku ji vê pêvajoyê bandor bûne de qadên diyalog û xebatên çalak bên afirandin.

Wekî Komîsyona Zarokan a Partiya DEMê, me konferansa xwe ne tenê bi berpirsyariya deyn û berpirsyariya li hemberî zarokên ku bi salan bi tundkariyên pir alî re rû bi rû mane û têkoşîna aştiyê ya gelê me, lê herwiha bi hişmendî û berpirsyariya ku zemîna diyalog û çareseriyê ya li welatê me dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê bibe alîkar, pêk anî.

Li ser vê bingehê, di encama konferansê de nexşerêya komîsyona me ya ji bo dema bê wiha derketiye holê:

Ji bo derxistina holê ka zarok bi çi awayî ji şer û pevçûnên demdirêj bandor bûne û ji bo diyarkirina rêyên beşdariya wan di pêvajoyên çareseriya nakokiyan de, li Stenbolê organîzekirina konferansekê.

Ji bo eşkerekirina sûcên ku di 50 salên dawî de li hemberî zarokan hatine kirin, wek binpêkirinên mafê jiyanê, tundkarî, asîmîlasyon, koçberkirina bi zorê, karkirina bi zorê û xizanîkirin, bi tevlêbûna saziyên ku bi zarokan re dixebitin, ji aliyê komîsyona me ve “Komîsyona Rastiyê û Nakokiya Zarokan” wê bê avakirin û xebatên vê komîsyonê divê ji komîsyona ku wê li TBMM’ê bê avakirin re bibe alîkar.

Ji bo avakirina sîstema edaleta zarokan di avakirina aştiyê û civaka demokratîk de, bi tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl ên ku bi zarokan re dixebitin divê “Komîsyona Pergala Edaletê a Zarokan” bê avakirin û ji bo vê armancê di meha Îlonê de atolyeyek bê organîzekirin û xebatên vê komîsyonê divê ji xebatên zagona demokratîk re bibe alîkar.

Ji bo lêkolîna ezmûnên welatên ku pêvajoyên çareseriya jiyane, bi tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl ên ku bi zarokan re dixebitin divê ‘Komîsyona Zarokên di nava Çareseriya Pevçûnan de’ bê avakirin.

Em, li hemberî polîtîkayên xizanî, bêparî, koçberkirina bi zorê, şixulandina bi zorê, asîmîlasyon û bêcezakirinê yên ku zarok di pêvajoyên şer û nakokiyan de pê re rû bi rû mane, ji bo avakirina aştiyê û civaka demokratîk amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em dizanin ku ‘ger ronahî hebe, cihê zarokatiyê diyar e…’ Hêviya me ew e ku roniya aştiyê ya ku tê vêxistin, bi zarokan re bibe sedema avakirina civakeke demokratîk û azad.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
Nûçeya Pişt re Ji profesorê sosyalîst ê Emerîkî piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, wê 18’ê Gulanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir tê xwestin ku bê dersînorkirin

Şahla Pîrastah a ku li ser nifûsa bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistaniyê ye û nêzî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Şervanê YPG’ê Mustafa Azîz Arslan di salvegera 11’an a şehadeta xwe de li warê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di cejna Qurbanê de serdanên goristanan: Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

7 partiyên Kurd ên li Rojava banga diyalog û yekîtiyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozel: CHP bi awayekî fiîlî hate girtin armanca wî ‘siltaniya teqez’ e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê bang kir: Di Cejna Qurbanê de aştiyê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?