Dewleta Tirk a dagirker duh li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kiribû. Di encamê de 2 kes şehîd bûn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên xwe yên dijminane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker roja Pêncşemê (3 Cotmeh) saet di 18.00’an de li ser rêya bajarên Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kir.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk rasterast moşek avêt erebeyê. Di encamê de erebe ji rêya xwe derket û sekinî. Balafirê piştre bi moşekeke din dîsa li erebeyê da. Di encamê de mêrek û jinek ku di erebeyê de bûn, şehîd bûn.
Êrîşên domdar ku ewlehî û jiyana welatiyan dixin xetereyê, nîşaneyeke berbiçav a siyaseta hovane ya dewleta Tirk a dagirker in. Dewleta Tirk tevahî peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike.”