Serokê DYE’yê Joe Biden roja Duşemê tîma xwe ya ewlekariya neteweyî li navenda krîzê ya li Qesra Spî li Situation Roomê li hev kom kir û bûyerên têkildarî aloziya li vê herêmê nirxand.
Li gorî Axiosê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken roja Yekşemê di hevdîtina bi wezîrên karên derve yên G7 re got, Îran û Hîzbûllah dibe ku di nava ’24 heta 48 saetan’ de êrişî Îsraîlê bikin.
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê dema ku bi rêya dîmen hevdîtin bi wezîran re kir, mijara ‘Pêwîstiya lezgîn a ji bo kêmkirina aloziya li Rojhilata Navîn’ nirxandiye.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ‘di dema rast û bi rengekî rast’ bersiva kuştina lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye bidin.
Her wiha tê gotin, Hîzbûllah jî dixwaze tola fermandarê xwe yê leşkerî Fûad Şukr hilîne ku li paytexta Lubnan Beyrûdê hate kuştin.