Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger/ Hêzên Azadiya Yekbûyî (DKP/BOG) Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Orhan Cîhat Bîngol (Alî Dînçer) û Tekîn Goyî (Îsmet Unver) ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên tenduristiyê dimeşand, bi bîr anîn.
DKP/BOG daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Egîd, fermandar, karkerê şoreşger ê Tevgera Azadiya Kurdistanê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê hevrê Cîhat Bîngol (Alî Dînçer) û Tekîn Goyî (Îsmet Unver) ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên tenduristiyê dimeşand, dema li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ya dagirker û mêtinger, li ser wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bûn tevlî karwanê nemiran bûn. Faşîzma AKP-MHP’ê ya dagirker û mêtinger li her parçeyê xaka Kurdistanê êrîşên xwe didomîne. Çiyayên Kurdistanê 24 saetan bênavber bi her cure teqemeniyê tên bombebarankirin, faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê ji bo tunekirina gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji bo îmhakirina çiyayên Kurdistanê jî êrîş dike. Tê xwestin ku Şoreşa Rojava jî bi hedefgirtina kadroyên wê yên damezrîner û fermandarên wê yên pêşeng bêyî parastin, bêyî moral û bêyî ruh were hiştin.”
‘TEQEZ EM Ê HESAB BIPIRSIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin ragihandin:
“Dema êrîş wiha dijwar dibe, şerê şoreşgerî jî bi heman rengî berxwedanê rêxistin dike. Li dijî her êrîşê destaneke berxwedanî ya şoreşger derdikeve holê. Hevrê Orhan Cîhat Bîngol yek ji îradeyên xurt a şerê şoreşgerî bû ku partiya me jî ji hevrêtî û dostatiya wî re şahidî kiriye. Hevrê Orhan bi jiyana xwe ya şoreşger û pratîka xwe gelek şop di dîrokê de hiştin.
Hevrê Tekîn Goyî jî mîna hevrê Orhan ji dîroka şoreşê re gelek tevkarî kirine, li kuderê pêdiviyên şoreşgeriyê pêş ketiban, li wir cih girt. Berpirsyarî girt ser xwe. Navê şoreşgeriyeke bênavber a 32 salan e. Hevrê Tekîn karkerê şoreşa xaka Kurdistanê ye. Hevrê Tekîn di nava gelek pevçûn û wezîfeyan de cih girtiye, lingekî xwe fedayê şoreşê kiriye û di meşa xwe ya şoreşê de heta kêliya dawî bêyî rawestan ked da.
Partiya me DKP/BOG di şexsê hevrê Orhan û Tekîn de, giraniya hemû şehadetan hildigire û teqez wê hesab bipirse. Bîranînên şoreşgeriyê yên hevrê Orhan û Tekîn wê di biryardarî û stratejiya şerê şoreşa yekbûyî ya DKP/BOG’ê de bijîn. Tola hevrêyan wê bi têkoşîna şoreşa yekbûyî ya şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê, were hilanîn û serketin wê diyarî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê were kirin.”