Hulaku bal kişand ser berxwedana girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirk û ji bo piştevaniya civakî bang kir.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê bi dorvegerî dan destpêkirin, di 4’ê Nîsanê de temam kirin. Girtî ji 4’ê Nîsanê û vir ve tevlîbûna li rûniştinên dadgehê boykot dikin û beşdarî hevdîtina bi malbatê re nabin, axaftina bi telefonê re nakin.
Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset bi temamî tê xitimandin. Hulaku got, “Yekane rizgariya ji vê rewşa xitimandî rakirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye.” Hulaku destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorê sereke ye ku tevkariyê li avakirina aştî û demokrasiyê bike û got, “Di çareseriya meseleya Kurd û aştiya civakî de muxatabê herî girîng e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji bilî astengiya li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiya civakî ne tiştekî din e.”
ZEXTA LI SER PAŞEROJA GELAN E
Hulaku her wiha bal kişand ser dijberiya tecrîdê ya li qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî û anî ziman ku aliyê xwe yê însanî û hiqûqî nîne. Hulaku diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re cografyayek bi temamî tê tecrîdkirin û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê atmosfereke welê afirand ku dijberiya civakî û nijadperestî kûr kir. Ji siyaset, bername û nêta rêveberiyeke aştiyane bêpar in. Ji bo xatirê dewamkirina desthilatdariya xwe, ji bo pêşîgirtina li aştî û çareseriya demokratîk Birêz Ocalan tecrîd dikin ku Birêz Ocalan navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan ji bilî zexta li ser paşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê nayê ti wateyê.”
EGER DEWLET JI HIQÛQÊ DÛR KETIBE
Hulaku kampanyayên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd û biryardariya berxwedan û têkoşînê ya li zindanan û li nava civakê bi bîr xist û got, “Li dijî vê sîstema bêhiqûqî îtirazeke girîng e. Êşkenceyeke bi rêk û pêk heye ku li dijî girtiyên siyasî gihîştiye asteke cidî. Ev yek nîşaneya hiqûqa dijminatiyê ye ku bi biryarên siyasî hatiye girêdan. Li Tirkiyeyê dadgerî di destê desthilatdariya siyasî de dîlgirtî ye. Ji bilî dijminatiya li Kurdan karekî nake. Êşkenceya ku li girtiyên siyasî tê kirin, sirgûn a tê ferzkirin, astengkirina mafê dermankirin û jiyanê yê girtiyên nexweş, betalkirina berdanê bi rengê kêfî nîşaneya polîtîkaya tecrîdê ye. Girtiyên siyasî yên Kurd asta tecrîdê bi rengê herî baş nirxandin û ji bo encamên wê bêne dîtin dest bi çalakî û berxwedanê kirin. Eger li cihekî dewlet ji hiqûqê dûr ketibe hingî ji bilî berxwedan û çalakiyê rêyeke din nîne.”
EM DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN
Hulaku ragihand ku binpêkirina mafên mirovan û zexta li girtiyên siyasî dewam dikin, li dijî malbatên girtiyan jî polîtîkayeke mezin a tepisandinê heye û got, “Li zindanan têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Bi piştevaniya bi malbatên girtiyan, bi piştgiriya ji têkoşîna wan re dawî li vê tarîtiya tecrîdê ya li ser civakê dikare bê anîn.”