Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî ku qanûna çarçoveyê kete rojeva Meclîsê dikeve nava pêvajoyeke nû. Di pêvajoyê de ku Rêber Apo da destpêkirin, qanûna ku gelê Kurd û raya giştî li bendê bû gihîşt Meclîsê.
Li ser qanûnê rexne hebin jî bi gotina “Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike” ya Rêber Apo, qanûn li nava gelê Kurd weke destpêkekê hate dîtin û têkildarî qanûna çarçoveyê li nava raya giştî nîqaşan destpê kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat ku bi xwe Pîrekî Elewî ye, li ser nêrîna Elewiyan a li qanûna çarçoveyê ji ajansa me re axivî.
‘AŞTÎ JI BO ELEWIYAN HÊJA YE’
Firat anî ziman ku ji bo Elewiyan aştî hêja ye û got, “Elewî yek ji wan civatan e ku zimanê êşê jî qîmeta aştiyê jî baş zane. Ji ber ku li vê erdnîgariyê bi sedan salan li cihêkarî, înkar, komkujî û êşên mezin rast hat. Lewma gava aştî tê gotin, dilê me ne tenê îro her wiha rabirdûyê jî bi bîr tîne.
Ji ber vê jî em her gava ji dil ku li Meclîsê ji bo aştiyê bê avêtin gaveke hêja dibînin. Bêdengbûna çekan, rawestîna barîna rondikên dayikan, afirandina paşerojekê ji bo ciwanan daxwaza me ya hevpar e.
Aştî ji bo me ne tenê bidawîbûna şer e. Aştiya rasteqîn ew e ku hiqûq bê xurtkirin, demokrasî bê kûrkirin û her kes xwwe weke welatiyekî wekhev ê vî welatî bibîne. Eger ev pêvajo ne tenê çareseriya meseleyekê, lê bibe destpêka serdemeke nû ya ku feraseta maf, hiqûq û wekheviyê ya li Tirkiyeyê xurt dike, hingî em ê hemû qezenç bikin.
Baweriya me dibêje, ‘Tu biêşe jî neêşîne’. Em îro jî bi heman ferasetê nêzîk dibin. Aştî tê wateya avakirina paşerojeke hevpar ku kes lê nayê kuştin, bêhn tê ber her kesî.”
‘ELEWÎ TIRKIYEYEKE WELÊ DIXWAZE KU MAFÊ HER KESÎ LÊ EWLE BE’
Firat işaret bi hin fikar û gumanên Elewiyan jî kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bêguman di nava civaka me de nirxandin û fikarên cuda hene. Sedema vê yekê dijberiya li aştiyê nîne, sedema vê yekê hişê kûr ê ji bûyerên qewimî ne. Di dîrokê de gelek caran soz ji Elewiyan re hate dayin, lê belê bi cih nehate anîn. Ji ber vê yekê jî bendewariya civaka me ew e ku ev pêvajo ne l pişt deriyên girtî, lê belê bi îradeya Meclîsê di nava hiqûqê de, bi tevlîbûneke zelal û civakî bê meşandin.
Em li dijî mafê kesî nîne. Berevajî vê yekê em Tirkiyeyeke welê dixwazin ku mafên her kesî lê ewle be. Ji ber ku eger mafê civakekê bê ewle kirin, lê belê civakeke din li derveyî wê bê hiştin, wê derê mirov nikare qala aramiyeke mayinde bike. Zimanê aştiyê divê zimanê edaletê, welatîbûna wekhev û baweriya ji hev be.”
‘CIVAKA ELEWÎ WÊ LI ALIYÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BE’
Firat destnîşan kir ku civaka Elewî ji niha û pê ve jî wê li aliyê aştiyê be, wê ji bo aştiyê têbikoşe û got, “Civaka Elewî weke îro wê ji niha û pê ve jî li aliyê aştiyê, demokrasî û rûmeta mirovan be.
Rêya me rêya kînê nîne, rêya dilxwaziyê ye. Banga ‘Em bibin yek, em mezin bibin, em zindî bibin’ a Haci Bektaş Velî îro jî rêya me ronî dike. Ji ber ku em zanin ku paşeroja vî welatî wê bi guhdarîkirina me ya li hev, wê bi fêhmkirina hev ava bibe.
Bêguman civaka Elewî wê xwedî li bawerî, nasname û daxwazên xwe yên welatîbûna azad derkeve. Ji statuya hiqûqî ya cemxaneyan heta bi azadiya baweriyan, em ê daxwazên xwe yên ku bi salan e tînin ziman bi heman biryardariyê biparêzin. Lê belê dema ku ev kir, em ê ji aştiyê dûr nekevin. Em dixwazin êdî li vî welatî dayik ewladê xwe nespêre axê, ti zarok jî ji ber nasname û baweriya xwe bi tirs mezin nebe. Ji ber ku aştiya rastî roja bêdengbûna çekan nîne, aştiya rastî ew roj e ku her kes xwe wekhev, ewle û bi rûmet hîs bike.
Em Elewî weke doh em ê îro jî li aliyê aştiyê bin. Lê belê em ê di heman demê de bibin dengê edalet, welatîbûna wekhev û wijdanê hevpar.”

