Sêşem, 1 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Gulşen Adet a ku 32 sal in girtiye cara 6’emîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdanên ji bo sersaxiya Mehdî Zana berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ridvan Aslan ê li Nisêbînê hate binçavkirin, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Îlonê û dema nû ya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana bîranînên şehîdan ên li Mêrdînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em ê îsal dawî li komployê bînin û Rêber Apo car din bibînin’
Rojava

‘Em ê îsal dawî li komployê bînin û Rêber Apo car din bibînin’

Mûrşîde Resûl a ku 1992'an Rêber Apo dîtiye, got, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û car din wî bibînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku têkoşîna gelê Kurd têk bibe di sala 1999‘an de tevî hevalbendên xwe li ser Rêber Apo komploya navnetewî pêk anîn. Ev 27 sal in Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtiye. Dewleta Tirk a dagirker ev yek ji bo gelê Kurd giştî bêhêvî û bêhêz bihêle pêk anî, lê ne li bendê bû ku hêrs û berxwedana gelê Kurd di vê astê de mezin be.

Jina bi navê Mûrşîde Resûl a ku ji Qamişlo ye, bi Rêber Apo û welatê xwe re girêdayî ye.

Hezkirina wê ya Rêber Apo ew di sala 1992’an de bi karwanê gel biriye gel Rêber Apo. Mûrşîde Resûl ji bo dîtîna xwe ya Rêber Apo parve bike ji ajansa me ANF’ê re axivî.

 

‘DÎTINA RÊBER APO JI BO ME KELIYEK ZÊRÎN BÛ’

Mûrşîde Resûl da zanîn ku tiştê herî binirx welat e û wiha axivî: “Em tu carî welatê xwe ji dijmin re nahêlin û em ê di welatê xwe de jiyanek birûmet ava bikin. Em ji destpêka sala 1984‘an ve rêxistinê nas dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo di hişmendiya me de xwe bi cih kiriye û em li ser vê xetê têdikoşin. Rojekî hatin û gotin Rêbertî dixwaze gel bibîne. Em bi coş û heyecanek mezin tevlî karwanê gel bûn. Wê demê bi hezaran welatiyên Qamişlo xwe amade kirin ku Rêber Apo bibînin. Ligel ku Tevgera me veşartî jî bû wek gel em bi girseyî çûn gel Rêber Apo. 4 zarokên min hebûn û ew jî pir biçûk bûn. Min du ji wan bi xwe re birin. Roja ku em çûn gel Rêber Apo rêjekî dîrokî bû û em wê rojê tu carî jibîr nakin. Heta ku ji me tê em di hişê zarokên xwe de van rastiyan dinekşînin da ku Rêberê me di mejiyê her nifşî de zindî be. Ji xwe wê demê rewşa me ya madî pir lewaz bû. Tê bîra min, wê demê min çend lîre Sûriyeyê ji bo heqê rê derxînim ji cîranan deynkirin. Em gelek kes bûn. Wê demê pir zor û zehmetî hebûn. Ji ber ku rejîma Baasê hîn li ser xwe bû û kesî nikarîbû gotinek Kurdî bike yan jî bêje ez Kurd im. Wê demê temenê min ne zêde bû. Lê gelek jinên bi temen mezin jî ji bo Rêber Apo bibînin bi me re hatin. Dema em gihiştin Şamê, hin heval hatin pêşiya me. Ji bo rejîm pê nehese em bi hejmarên kêm tevdigeriya. Rejîma Baasê ji ber ku em Kurd û welatparêz bûn me bê nasname hiştibû. Me nikaribû bi hêsanî derbasî Libnanê bibin. Rêber Apo wê demê li Berliyasê bû. Em û çend jinên bi temen mezin bi tevî zehmetiyan û bi meş gihiştin Berliyasê.”

‘CIHÊ KU ME SEROKATÎ DÎT, JI BO ME WEK HEC Û BIHUŞTÊ BÛ’

Mûrşîde Resûl diyar kir ku ew bi hezaran kes çûn akademiya Rêber Apo û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em ji sînor hatin jinek bi temen mezin bi me re bû, lê nikarîbû bimeşe û pir diwestiya. Dema ez û zarokên xwe gihîştin akademiyê, min ji xwe re got, ‘gelo ew jina bi temen mezin gihişt yan jî vegeriya?’ Hîna min ev tişt difikirî, min dît ku du ciwan destê wê jinê girtine û ew jî gihandine akademiyê. Yanî ez dixwazim bêjim ku, ew cih ji bo me ji hec û bihûştê şêrîntir bû. Em 4 rojan li cem Rêber Apo man. Rêber Apo hat nav gel û gel bi kêfxweşî pêşwaziya Rêber Apo kir. Rêber Apo jî bi vê yekê kêfxweş bû. Tê bîra min, carekê Rêber Apo bi henekî kevirek rahîşte destê xwe û got, ‘heger ez û hûn li hev nekin, ez ê vê kevirê bavêjim we.’ Bi rûyekê ken ev gotin kir. Daxwaza dilên me bi çavên xwe dîtîna Rêber Apo bû. Ji ber ku dîtina Rêber Apo ji bo me xewn û xeyalek mezin bû. Dema Rêber Apo ew kevirê di dest xwe de avêt erdê, jinek ew kevir rakir û bi xwe re anî vir. Ew kevir ji bo wê bû bîranînek. Di roja duyemîn de li wir şahî hate lidarxistin. Di nav gel de yên Efrînî û Kobanî jî hebûn. Heta saet 2’yan me şahî lidar xist. Piştre gotin wê Rêber Apo were û biaxive. Em derketin û li qadê rûniştin. Ji 2’ê şevê heta 7’ê sibe me Rêber Apo guhdar kir. Rêber Apo got, ‘bila gelê me heya seatên sibehê belav bibin û vegerin malên xwe.’ Piştî gotinên Rêber Apo yên welatparêzî, wekhevî û demokrasiyê em bi rêketin û vegerîn cihên xwe.”

‘EM Ê ÎSAL RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’

Mûrşîde Resûl di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew roja ku Rêber Apo dîtiye tu carî ji bîr nake û bi wê dîtînê hezkirina welat a wê hîn zêdetir bûye û wiha axivî: “Em bi hêvî ne ku Serokê me di 15’ê Sibatê de ji zindanê derkeve. Ez soz didim, me çawa di wan salan de bi tevî zehmetiyan xwe gihand Rêber Apo, vê carê jî ligel temena xwe ez ê biçim gel Rêber Apo û wî bibînim. Dema ku agahî hat ku Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin, ew roj ji bo me bû roja reş. Rêber Apo ruh, jiyan û kêfxweşiya me bû. Piştî komployê hêrs û kîna me zêdetir bû. Ji wê rojê ve em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Em bi hêvî ne ku îsal di salvegera dîlgirtina Rêber Apo de em Rêbertiya xwe azad bikin. Heger Rêber Apo rizgar bibe, wê cîhanê bihejîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Cibraîl Mustafa: Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe
Nûçeya Pişt re Nedîm Seven: Hemû bangên Rêber Apo ji bo me diyarker in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înan: Dixwazin Kurdistanê ji mirovan xalî bikin

Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan got, bi karên madenê hewl…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrsînê 7 kesên ku li dijî desteserkirina şaredariyê derketin, hatin girtin

7 kesên ku di protestokirina li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên siyasî yên li Îranê: Divê bi piştevaniyeke rast piştgirî bê dayîna Rojava

Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî, Zeynep Celaliyan û Mutelib Ehmedyan bi peyamekê piştgirî dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Siwêdayê şerekî giran rû dide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

10 partiyên siyasî bertek nîşanî biryara wezareta perwerdehiya Sûriyeyê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava ji bo mafê zimanê Kurdî xwepêşandan hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?