Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Metînayê ji bejahî û hewayî ve bi bombardûmanê dewam dike. Hêzên me bersiv dan dagirkeran û çalakiyek kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.”
HPG’ê li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Li herêma Metînayê;
21’ê Nîsanê saet di 14:30’î de li Qada Şêlazê bi rêbaza êrişê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Ji du baskan ve bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
20’ê Nîsanê saet di 11:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
20’ê Nîsanê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin.
21’ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
21’ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
19, 20 û 21’ê Nîsanê li herêma Metînayê qadên Golka, Bêşîlî yên berxwedanê 2 caran, li herêma Xakurkê qada Goşînê carekê, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Girê Cûdî û Girê Baharê 9 caran, li herêma Garê qada Girê Reşît û Deşta Kafya 2 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
19 û 20’ê Nîsanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Kerîm, Girê Şehîd Çekdar, Serê Metîna, Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”