Neteweya Kurd bi çîrokên evîniyê yê nîvcomayî tê naskirin. Ji nava bi sedan çîrokên evîndaran em ê mînaka evîna Rodî û Perwînê bidin ku di komkujiya Kobanê de herdu bûn qurbanî.
Rodî ji maleke ji 6 bira û 5 xwişkan bû. Xwedî wê taybetmendiyê bû ku bi dilnizmî û mêrxasiya xwe dihat naskirin û ew yek ji kesên ku aşiqê xwendinê bû. Dema Rodî li ber çavan winda bû, yekser li pirtûkxaneyê dihate dîtin. Heta beriya şoreşa Rojava jî Rodî xwedî wê cesaretê bû ku ew pirtûkên bi zimanê yê qedexekirî dixwend. Rodî bi nivîs û helbesta bi Kurdî ew zimanê xwe û hestên xwe yên mehkum û qedexekirî dianî ziman.
Rodî dema ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Şamê bû, ji ber rakirina ala Kurdî ew mehkumî zîndanê û êşkenceyê hat kirin. Ew zîndana ku bi xwînê û bi hawara Kurdan tijî bibû. Heta demekê jî agahî ji Rodî nedihat wergirtin. Rodî piştî ku ji zîndanê derket dest bi karê terzîxaneyê kir. Piştre ku Rodî berê xwe da Kobanê.
Rodî bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bû yek ji xwendekarê zimanê xwe û bi zimanê xwe yê Kurdî ji aliyê mamoste Viyan Amara xwend. Bi wî zimanê çiqasî şanaz û kêfxweş bû. Rodî xwedî wê taybetmendiyê bû ku dema tîpek jî fêr bibûya yekser fêrî der û dora xwe dikir. Şehîd Viyan jî yek ji kesayetên ku malbat û Rodî jî guhert.
EŞQA NÎVCOMAYÎ DI NEWROZÊ DE DEST PÊ KIR
Hêdî hêdî Rodî bû yek ji xwîner û xemxurê ziman û wêjeya Kurd. Bi hatina cejna Newrozê re Rodî jineke qedirbilind, delal û nazik ku xwe bi xemila kurdî xemilandin û dît. Rodî bû dildarê wê û ji wir eşqa wan destpê kir. Rodî û Perwînê jî bi hev re qûrsên zimanê Kurdî distandin û bi hev re ew soz dan ku ew ê zimanê xwe bighînin asta herî bilind. Wan soza evîna xwe û soza jiyana bi Kurdî dan. Eşqa Rodî û Perwîn ku ji cejna Newrozê dest pê kir, bandoreke gelekî mezin li malbatê kir. Ew bandor jî bû wesîleya ku malbat jî bibe aşiqê Perwînê. Rodî û Perwîn ku hêviyeke wan bû ew jî pirtûkxaneyekê ava bikin.
Perwîn jî jineke qedirbilind, li hevhatî û xwedî wê taybetmendiyên ku ji jiyanê û li dora xwe ji her kesî hez dikir. Perwînê li zanîngeha Helebê beşa bijîşk dixwend, ji ber rewşa aloz mecbûr ma ku dev ji xwendinê berde. Perwîn di nava malbatekê de ku 3 xwişk û 3 birayên xwe hene. Hêviyeke wê ji wê jiyanê hebû ku ew jî pirtûkxaneyekê veke, ji xwe piştî şoreşê jî Perwînê cihê xwe di nava Saziya Zimanê Kurdî de girt. Ew jî li wir bi zimanê xwe hîn bêhtir aşiqî pirtûkan bû. Piştî ku Rodî jî nas kir û dibin evîndar her tişt tê guhertin di jiyana wê de. Ew hîn bêhtir ji jiyanê û derûdora xwe hez dike. Xeyalê wê û yên Rodî yek bû, ew e avakirina pirtûkxaneyekê bû.
ROJ WÊ ROJÊ HILNEHAT
Hêdî hêdî pêl bi pêl çeteyên DAÎŞ nêzî Kobanê bûn. Rodî û Perwîn jî bi hatina çeteyên DAÎŞ’ê li Bakurê Kurdistanê bûn. Rodî beriya êrîşan ji ber rewşa malbatê ya aborî kar dikir. Lê hîn jî herdu evîndar evîndarê hev bûn. Piştî rêzgarkirina Kobanê malbat vegeriyan Kobanê û herdu jî ji hev qut nebûn, evîna wan jî bi zewacê ya ku bi salan re bi dawî bû gihîştin hev. Piştî 20 rojan ew evîn heta hetayê xatirê dawî xwest. Bi wê şefaqa reş re ku wê rojê roj hilnehat û dinya di nava tarîtiyê de ma, heta niha jî nayê bawerkirin. Bi şev henek dikirin û dikeniyan, di sibehê de jî bi dengê wan fîşekên xedar wan çavên xwe vekirin. Rodî ji ber deng derkete derve û birîndar bû. Nizanî bû ku DAÎŞ e.
Hêdî hêdî çeteyên DAÎŞ’ê nêzî mala Rodî û Perwîn bûn. Felekê jî di wê demê de rûyê xwe nixumandibû û çavên xwe jî girtibû. Hawara zarokan, jin û kalemêran bilind bû. Wê rojê Kobanê qiyamet bû û tenê jiyan lê koç dikirin. Çeteyan bi wê yekê re xwe bera mala wan dan, Rodî jî ji ber birîndarbûna xwe li nava hewşê serê xwe danîbû ser çonga Perwînê, herdû evîndar jî di wê demê de şehîd bûn. Perwîn jî bi wê fîşekên xedar xatirê heta hetayê ji evîndarê xwe xwest. Malbatan wan jî li derve şehîd bûn. Dayik, xwişk, bira, jin, bi dehan kesî ji wê taxê koç kirin. Evîna ku ji Newrozê destpê kir bi dawî bû. Ji bo bîranîna wan pirtûkxane li mala wan hate avakirin.