FED-MED NRW’ê civîna asayî ya salane li Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li dar xist.
Tevî delegeyan, nûnerên saziyên Kurdan ên demokratîk ên li Ewropayê xebatên xwe dikin, KCDK-E, NAV-DEM, KON MED, CÎK, TJK E beşdarî civînê bûn.
Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, li ser xebatên salane, pêkanîna biryarên di kongreyê de hatibûn girtin û xebatên di dema pêş de bên kirin hatin nîqaşkirin.
Di civînê de qonaxa nû ya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirpka Kurd re çareseriya siyasî” ya di çarçoveya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê meşandin, weke rojeveke cuda hat nirxandin.
Li ser xurtkirina pêngavê nîqaşên berfireh hatin kirin û her wiha pêşniyarên li ser bibandorkirina pêngavê jî hatin kirin.