În, 2 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Gelo hûn ê destûreke bingehîn a ku Birêz Ocalan inîsyatîfê tê de negire, çawa çêbikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Komînal derket: ‘Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûkên Rêber Apo bi Îngilîzî û Swêdî hatin weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava refên YDG-H’ê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Andok Cûma Zagros

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger dewlet ne bi sedeman lê bi encamê re eleqedar bibe, wê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fezkirinên rêveberiya Şamê li pêşiya pêvajoyê asteng in
Rojava

Fezkirinên rêveberiya Şamê li pêşiya pêvajoyê asteng in

Helwesta ferzkirinê ya rêveberiya Şamê ya di mijarên weke perwedeya bi Kurdî, entegrasyona QSD’ê, statuya YPJ’ê, vegera kesên ji cih û warên xwe bûne û dabînkirina ewlehiya Kobanê de li pêşiya pêvajoya entegrasyonê astengî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Di rojên dawîn de li ser xeta Rojava-Şamê liv û tevgereke mezin heye. Ji aliyekê ve hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de berdewam dikin ji aliyê din ve jî rageşiya li qadê bilind dibe. Êrîşên li ser koma ku piştî heft salan vegeriya Serêkaniyê û li Qamişloyê şehîdkirina du şervanan pirsa ku di pêvajoyê de xitimîn heye yan na anî rojevê.

Di peymana ku 29’ê Çileyê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) a li Şamê hate îmzekirin de mijarên weke parastina avaniyên Rêveberiya Xweser a daxilkirina wan a pergala navendî, dabînkirina vegera bi ewle ya kesên ji cih û warên xwe bûne, naskirina mafên Kurdan ên ziman û nasnameyê û jinûvesererastkirina avaniya ewlehiyê di nava xalên sereke de cih digirtin.

Lê belê bi taybetî mijarên weke perwerdeya bi zimanê dayîkê, vegera kesên bi darê zorê hatine koçberkirin û statuya YPJ’ê li pêşiya pêşketina peymanê weke pirsgirêkên sereke derdikevin pêş. Rêveberiya Şamê tevî derbasbûna zêdetirî şeş mehan jî li şûna ku daxwazên Kurdan qebûl bike ferzkirina helwesta xwe ya yekperestiyê didomîne.

Di hevdîtina navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Demkî Ahmed Şara ya 4’ê Tebaxê li Şamê de jî ev mijar hatin gotûbêjkirin.

DI PERWERDEYA BI KURDÎ DE ‘NERMBÛN’

Perwerdeya bi Kurdî û statuya zimanê Kurdî sernavên girîng ên civînê bûn. Rêveberiya Şamê careke din dayîna dersa Kurdî ya bijarde bes ya du saetan ferz kir û heyeta Rojava ev yek qebûl nekir. Tê diyarkirin hevdîtinên têkildarî mijarê wê li gel Wezareta Perwerdeyê werin domandin û Şam li gorî hevdîtinên din di vê mijarê de hinekî din ‘’nerm’’ bûye.

DIXWAZE HÊZÊN XWE LI KOBANÊ BI CIH BIKIN

Xaleke din a lihevkirinê ew e ku bê ka wê kî ewlehiya Kobanê dabîn bike. Li Kobanê niha ewlehî ji aliyê hêzên Kurdan ve tê dabînkirin, li Şêxler, Çelebiyê û Sirînê hêzên Şamê hene. Hate zanîn ku rêveberiya Şamê xwestiye hêzên xwe li Kobanê bi cih bike lê belê QSD’ê ev yek qebûl nekiriye.

LÎSTIKA ‘’SÎNORDARKIRINA’’ HEJMARA ŞERVANAN

Her wiha rewşa şervanên QSD’ê ku weke hejmara wan ‘’zêde ye’’ tê nirxandin jî yek ji sernavê binîqaş ê pêvajoya entegrasyonê ye. A rastî rêveberiya Şamê ya dixwaze şervanan di bin siya çar tûgayan de bike yek û hejmara wan sînordar bike, bi vî rengî armanc dike hêzên parastina Kurdan lawaz bike.

A niha li Herêma Cizîrê sê û li Kobanê jî tûgayeke QSD’ê heye. Şam dixwaze hejmara her tûgayekê bi hezar û 300’an sînordar bike û şervanên din jî weke ku zêde ne dinirxîne û dixwaze wan belav bike. Lê belê ji ber nelihevkirina têkildarî hejmara şervanan em nikarin bibêjin ku QSD’ê pêvajoya entegrasyonê temam kiriye. QSD, di mijara daxilkirina pêvajoyê ya hemû şervanên xwe de israrên xwe didomîne.

YPJ WÊ WEKE ‘HÊZA ANTÎ TEROR’ BIMÎNE

Bêguman statuya YPJ’ê yek ji sernavê girîng ê pêvajoya entegrasyonê ye. HTŞ ji Kanûna 2024’an ku desthilatdarî bi dest xist û heya roja îroyîn şervanên jin weke îradeyê nas nake û ji bo belavbûna wan serî li hemû riyan da.  YPJ’ê jî li hemberî vê yekê peyama ku ew ê weke artêşa jinan berpirsiyariya xwe ya parastina gel bi cih bîne, da.

Li gorî agahiyên ku me ji Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê MSD’ê Hassan Mohamed Ali standine, di hevdîtina dawîn a li Şamê de ev mijar jî hatiye nîqaşkirin.  Pêşniyara ku YPJ ne weke hêzeke di nava artêşa Sûriyeyê de weke ‘’hêzeke antî teror’’ a girêdayî Wezareta Karên Hundirîn derketiye pêş. Lê belê biryara vê yekê wê di civîna ku tê payîn navbera YPJ’ê û Wezareta Karên Hundirîn were lidarxistin de were standin.

JI BO NÛNERTIYÊN NAVNETEWEYÎ LÎSTEYA NAVAN

Di mijara nûnertiya Sûriyeyê ya qada navneteweyî de Kurd jî dixwazin bibin xwedî gotin. Hate zanîn ku heyeta Rojava di hevdîtina dawîn de ji konsolxane û balyozxaneyan re ragihandiye ku ev yek bikeve meriyetê.

Di rewşa heyî de ji bilî Alîkarê Wezîrê Parastina Sûriyeyê, Alîkarê Fermandariya Tumena 60’emîn, Walîtiya Hesekê û hin gerînendeyan Kurd di karên pilebilind de tune ne. Hate diyarkirin Kurd yek ji wan gelan e ku divê di mijara pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin bin û di erkên pilebilind ên dewletê de jî were temsîlkirin. Tê diyarkirin ku Şamê jî di çarçoveya vê daxwazê de ji Kurdan daxwaza lîsteya navan kiriye.

VEGERÊN JI BO EFRÎNÊ

Vegera koçberan, hê jî yek ji pirsgirêka herî mezin a entegrasyonê ye. Di xala 14’emîn a lihevkirinê de ‘’dabînkirina vegera kesên ji Efrîn, Şêxmeqsûd û Serêkaniyê hatine koçberkirin û li van herêman tayînkirina rêveberên sivîl’’ derdiketin pêş.

Di vê çarçoveyê de pêngava yekem, ji bo Efrîna ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatibû dagirkirin, hate avêtin. Yekem konwoya ku nêzîkî ji 400 malbatan û 2 hezar kesan pêk dihat, di 9’ê Adarê de bi rê ket û derbasî malên xwe yên li Mabeta, Şiyê û Cindirêsê bûn. Konwoya dawîn jî di 21’ê Gulanê de ji Qamişloyê bi rê ket.

Li gel temamkirina pêvajoya vegerê nêzîkî 11 hezar malbat piştî heşt salan vegeriyan malên xwe. Lê belê malbatên ku vegeriyan Efrînê, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man.

5 HEZAR KESAN MAL Û MILK XESP KIRIN

Pirgirêkeke din ew e ku kesên ku di bin kontrola komên çekdarî yên weke Emzat, Hamzat û Sultan Mûrad ên girêdayî dewleta Tirk de, ji xaniyên kesên ku ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, dernakevin.

Li navenda Efrînê û navçeyên Mabeta, Şiyê, Cindirês û Bilbilê 5 hezar çeteyên Ereb ên ji derve hatine, hatine bicihkirin. Tê diyarkirin ku beşeke kesên berbehs derketina ji xaniyan red kirine û yên ji xaniyan derketine jî xanî hilweşandine û tiştên wan bi xwe re birine.

BES JI SÊ BAREGEHAN VEKIŞIYAN

Bi heman awayî dewleta Tirk jî hê jî li hin herêm û gundên Efrînê di pozîsyona dagirkeriyê de ye. Dewleta Tirk a ku hê li Girê Parsê, Girê Guzê, herêmên Bîlelko û Kefir Cenê û gundên Şêxûrzê, Raco û Dewrîşê yên girêdayî navçeya Bilbilê baregehên wê yên leşkerî hene, bes ji sê gundan vekişiyaye. Ewlehiya Efrînê jî di bin kontrola hikûmeta Şamê ya demkî de ye.

NIKARIN ERD Û ZEVIYÊN XWE RAKIN

Şert û mercên aborî ên kesên vegeriyane jî hê nehatine sererastkirin. Her çend bes çend mehan piştevaniya maddî hate pêşkêşkirin jî piraniya gel nikare erd û zeviyên xwe rakin yan jî ekîpmanên wan tune ne. Çete di vê rewşê de jî weke pirsgirêkeke mezin derdikevin pêşiya gel. Bo nimûne meha borî pênc kes û du hefteyan beriya niha jî du welatî dema ku diçûn nava erd û zeviyên xwe ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve hatin qetilkirin.

Dema ku em van yekan hemûyan li ber çavan digirin, em dibînin ku li Efrînê hê jî ewlehî nehatiye dabînkirin. Li rex vê yekê zarok jî bi zimanê dayîka xwe yanî bi Kurdî perwerdeyê nabînin.

ÊRÎŞA LI SER KOMA YEKEM

Gelê ku vegeriya Serêkaniyê jî weke Efrîniyan hê roja ewil bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Lê belê dema ku di partîkê de êrîş jî li vê astengiyê zêde bûn, veger bi demkî hatin sekinandin. Di 10’ê Tebaxê de yekem koma ji 410 malbatên Kurd, Ereb û Xiristiyan pêk dihat, bi rê ket. Di nava koma malbatan de nêzîkî 2 hezar û 500 kesan cih digirt. Koma yekem çawa gihîşt navenda bajêr bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine, kesên bi êrîşê re rû bi rû mane, çil malbatên Kurd bûn. Welatiyên ku ji ber ewlehiya jiyana xwe bi fikar in, piştî êrîşan vegeriyan Qamişlo û Hesekê.

‘BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNIN’

Têkildarî mijarê em bi Parêzer Ciwan Îso yê Berpirsiyarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê re axivîn û Ciwan Îso diyar kir ku nêzîkî 100 hezar koçber hene. Îso da zanîn ku li gorî lihevkirinê, divê çete ji xaniyan derkevin û piştî dabînkirina ewlehiyê gel vegere ser mal û milkên xwe.

Ciwan Îso îfade kir ku lê belê tiştên ku di demên dawîn de rû dane nîşan didin ku ev şert û merc nehatine dabînkirin û diyar kir ku êrîş bûye sedema tirseke mezin û ji ber vê yekê heya şert û merc tên dabînkirin veger hatine sekinandin.

Ciwan Îso got: ‘’Divê hikûmeta demkî ya li Şamê, Rêveberiya Şamê û Walîtiya Hesekê ewlehiyê dabîn bikin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Rojnameya Resmî de hate weşandin
Nûçeya Pişt re Yewnanistan nerazîbûn nîşanî parkên deryayî yên Tirkiyeyê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yuksel Genç: Tiryak êdî bûye krîzeke civakî

Koordînatora Giştî ya SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku li bajarên Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê darvekirin didomin

Îranê ciwanê Kurd Eşkan Malikî yê ku di xwepêşandanan de hate binçavkirin, darve kir. 5…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozaras: Baro wê bêdeng nebin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras nerasîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya rêveberiya Baroya Stenbolê da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Ewropayê rekora stresa termal: Ji sedî 52 ê parzemîna Ewropayê zêde germ bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Gelo hûn ê destûreke bingehîn a ku Birêz Ocalan inîsyatîfê tê de negire, çawa çêbikin?

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Washington zexta dîzelê li Ewropayê dike: Rezervên stratejîk pêşkêşî bazarê bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?