Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gaziya şer: Divê dawî li komkujiyan were
Rojava

Gaziya şer: Divê dawî li komkujiyan were

Gaziya şer Zîlan Hesekê ya li hember komkujiya li peravên Sûriyeyê rû didin nerazîbûn nîşan da got, “Ez komkujiya li hember xelkê me yê Elewî bi tundî şermezar dikim. Divê dawî li komkujiyan were."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ji 6’ê Adarê ve li peravên Sûriyeyê li bajarên weke Laziqiye, Hûms û Tartûsê li hember xelkê Elewî yê sivîl ji aliyê kom û çeteyên tundrev ve êrîşên hovane tên kirin. Li gor çavkaniyan di wan êrîşên heya niha didomin, di nav wan de zarok û jin jî ku hene bi sedan mirovên sivîl hatine qetilkirin.

Li hember wan komkujî û êrîşan bertekên gelên Sûriyeyê jî didomin. Têkildarî mijarê yek ji gaziya şer Zîlan Hesekê nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziya şer Zîlan Hesekê ya di destpêka axaftina xwe de êrîşên li peravên Sûriyeyê li hember xelkê sivîl ê Elewî pêk hatin bi tundî şermezar kir û got, “Xelkê me yê Elewî bi sedan salan e li vê erdnîgariyê dijî. Mirov nikare wan bi rejîma Baas a dîktator ve wekî hev bigire dest. Lê ew çeteyên tundrev jixwe ti nirxekî mirovatiyê esas nagirin. Bi hinceta ‘bermahiyên rejîma berê’ êrîşî sivîlan û bi taybet xelkê me yê Elewî dikin. Divê ti kes li hember van êrîş û komkujiyan bêdeng nemîne.”

Zîlan Hesekê diyar kir ku şervanên azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşandin û wiha domand, “Di encama vê berxwedan û têkoşîna di pêşengiya şervanên jin de dawî li çeteyên DAÎŞ’ê hat. Em ê dagirkeriyê jî teqez têk bibin. Ji bo Sûriyeyeke azad a li ser bingehê demokrasiya xwecihî divê hemû gel yekîtiya xwe xurt bikin. Tiştên îro desthilata HTŞ’ê ya li Şamê dixwaze li ser gelan û baweriyan ferz bike qet ne li gor heqîqeta Sûriyeyê ye. Sûriye ji gel û baweriyên pirreng pêk tê. Hemû gel û bawerî divê li ser esasekî wekhev û azad pêkve bijîn. Ji bo rê li ber komkujiyan bê girtin, pêwîst e weke gelên herêmê em yekîtiya xwe xurt bikin û li dijî hêzên tundrev xwedî helwest bin”

Gaziya Şer Zîlan anî ziman ku paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinan a Rêber Apo ji bo pêşerojeke azad a Sûriyeyê herî guncaw e û wiha axivî, “Di paradîgmaya Rêber Apo de hemû gel û bawerî dikarin di rêveberiyê de cih bigirin û têkildarî xwe biryarên herî baş bigirin. Paradîgmaya Rêbertiya me tenê ne ji bo Sûriyeyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn karibe ji krîz û kaosa heyî derkeve derman e.”

Zîlan Hesekê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Pêwîst e di serî de jinên azadîxwaz, tevahî hêzên demokratîk û mirovhez li hember êrîşên li dijî xelkê me yê Elewî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe derxin. Bi yekîtî û rêxistinbûnê em ê karibin tevahî êrîşan têk bibin. Têkoşîn û berxwedana bi salan a Rêber Apo ev îspat û piştrast kiriye. Divê em ji xwe bawer bin û têkoşîna xwe heya serketinê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hebûn û Xwebûna me
Nûçeya Pişt re Li Rojava lêgerîna li Yekîtiya Neteweyî ya Kurd
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji QSD’ê daxuyaniya têkildarî êrîşan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî: Biryara girtinê siyasî ye, tiliya hêzên derve heye

Tevgera Azadî biryara Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê ya ji bo girtina 3 partiyan rexne…

Ji aliyê Stêrk TV

Lêpirsîna têkildarî Şaredariya Ûşakê: 15 binçavkirî

Di operasyonên têkildarî "nelirêtiyê" yên li dijî Şaredariya Ûşakê de herî kêm 15 kes hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Qonaxa duyemîn a paqijkirina mayînan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nîjeryayê zêdetirî 80 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Taylandê bîlançoya lehiyê giran dibe: 8 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?