Haci Lokman Bîrlîk ê 24 salî li taxa Dîcleyê di 3’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin û piştre bedena wî li pişt wesayita zirxî hatibû girêdan û bi erdê re hatibû kaşkirin.
Bîrlîk di salvegera 9’emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen li bîranînê axivî û got,” Bi rengekî barbarî hate qetilkirin. Em ê Haci Lokman Bîrlîk ji bîr nekin. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin. Heta ku armancên wî pêk bînin em ê têbikoşin. Em ê hêjayî têkoşîna wan bin û heta gelê Kurd bibe xwedî statu têkoşîna xwe dewam bikin.”
Piştî axaftinê girseya gel qurnefîl danî ser gora Bîrlîk û piştre serdana sersaxiyê li malbata Bîrlîk kir.