Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî: Em ê heta pêkanîna statuya Kurdî têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hakî Armanc: Dewleta Tirk a dagirker li Bakur windahiyên xwe vedişêre
Kurdistan

Hakî Armanc: Dewleta Tirk a dagirker li Bakur windahiyên xwe vedişêre

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên li Bakurê Kurdistanê ditirse, lewma timî operasyonan dike û got, artêşa Tirk windahiyên cidî dide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc ji Radyoya Dengê Gel re axivî û rewşa Bakur, êrîşên dewleta Tirk û têkoşîna gerîlayan nirxand.

Hakî Armanc destnîşan kir ku di serî de Herêmên Parastinê Medyayê, dewleta Tirk li hemû qadên Kurdistanê êrîşan pêk tîne û gerîlayên ku xwedî tecrûbeyên salan e jî ji bo ku derbên girantir li dijmin bixin û encamê bistînin amade ne.  Hakî Armanc diyar kir ku artêşa Tirk ji bo ku têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayan veşêre dixwaze bi rêya medyaya şerî peyama ku li Bakur gerîla nemane bide raya giştî û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Gerîla dikare li hemberî hemû hêza dewleta Tirk a teknîkî xwe biparêze û gerîla çi dema dixwaze, dikare çalakiyan pêk bîne.  Dewleta Tirk van operasyonên xwe bi pêşengtiya notirvanên xaîn-hevkar pêk tîne.  Dîsa operasyon girêdayî hin agahiyên ku kesên îxanetkar didin, pêk tên. Ji destpêka têkoşîna çekdarî heya niha dijminî serî li rêbazên bi vî rengî daye.  Nexwe ne pêkan e ku artêşa Tirk tevî hemû derfetên xwe jî li çiyayên Kurdistanê wiha bi awayekî bênavber operasyonan pêk bîne. Mixabin ku di van operasyonan de destê îxanetkar û hevkaran heye.’’

Nirxandinên ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc bi vî rengî ye:

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan têkoşîneke mezin tê meşnadin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê rewşa dawî çi ye?

Di destpêkê de ez Rêber Apo û hemû girtiyên di zindanan de silav dikim. Herî dawiyêli eyaleta Amedê şehadet pêk hatin, hevrêyên me Hebûn Pîro û Botan Osyan tevlî karwanê şehîdan bûn.  Di şexsê Heval Hebûn û Botan de ez hemû şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û dilsoziya xwe ji bo bîranînên wan dubare dikin.

A niha şerê mezin û têkoşîn bi tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nayê meşandin, tevgera me, gelê me û dostên me li her derê li dijî faşîzma dewleta Tirk di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne.  Mezintirîn têkoşîn jî ji aliyê Rêber Apo li Îmraliyê tê meşandin.  Gelê me û dostên me li çar perçe Kurdistanê û li seranserê cîhanê li hemberî êrîşên li ser destkeftî û hebûna gelê Kurd, têkoşîneke mezin didin meşandin. Bi taybetî jî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo gelê Kurd û dostên wan di mehên dawîn de gelek mitîng, meş û çalakî pêk anîn û hê jî berdewam dikin. Çimkî azadiya fîzîkî ya  Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên herêmê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê li hemû qadan hemû kesên xwedî wijdan û nirxên azadî, mirovahî û wekheviyê diparêzin,  piştgiriyê didin vê têkoşînê. Girêdayî vê yekê em dikarin diyar bikin ku li hemû qadan têkoşîneke mezin têmeşandin. Sekna Rêber Apo jî têkoşînê mezintir û xurttir dike. 

Têkoşîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî perçeyeke têkoşîna giştî ye. Rast e; êrîşên dagirkeran yên li ser Başûr her roj zêde dibin. Dijmin armanc dike ku dagirkeriya li Başûr mayînde bike.  Li hemberî vê yekê gerîlayên azadiya Kurdistanê jî di nava têkoşîneke mezin de ne.  Piştî mehên Biharê li Metîna, eyaleta Şehîd Delîl û Xakûrkê dijminî xwest ku qada xwe berfireh bike, lê belê bi têkoşîneke mezintir rû bi rû ma.  Di deêmên dawîn de ji Heftanînê heya Xakûrkê têkoşîneke mezin heye û çalakî jî bi awayekî bênavber  dewam dikin.  Têkoşîna ku li Zap, Xakûrk, Metîna û Heftanînê mezin dibe, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixe. Her ku diçe şer kûrtir dibe.  Dewleta Tirk ji ber derbên ku ji gerîlayan dixe, car caran bi rêya medyaya xwe agahiyên şaş û derew belav dike. Çend rojan carekê daxuyaniyan didin medyaya şerê taybet. Dibêjin ku me ev qas êrîş pêk anîn û ev qasî gerîla kuştin.  Gelekî ji êrîşên hewayî yên nîşan didin, li qadên valakirî ne û gerîla ne lê ne. Êrîşê li hemû qadan dikin.

Dijmin ji bo ku bandora berxwedaniya li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre û derbên ji gerîlayan dixe veşêre serî li propagandaya reş dide.  Ev rêbaza dewleta Tirk a şerê taybet e  ku bi salan e vê yekê dike. Li gorî berê ev rêbaz zêdetir kirine.  Lê belê her ku diçe têkoşîna me mezintir dibe û wê mezintir jî bibe. Em bi taktîkên bandortir û dewlemendtir çalakiyan pêk tînin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê êdî pispor in. Gelek şehîdên me yên weke Şehîd Dogan Zinar û Axîn Mûş bi çalakiyên xwe yên tîmên bitevger, hem ji hewayî û hem jî ji bejahî derbên giran li dijminî xistin.  Jixwe rewşa artêşa dijmin li ber çavan e.  Hewl dide ku bi balafirên keşfê û êrîşên hewayî moralê bide leşkerên xwe.  Sedema daxuyaniyên ku demên dawîn didin medyaya şerî jî ev e. Bi dewleta Iraqê re li hev kirin, disa ji îxaneta PDK’ê sûdê werdigirin û dixwazin êrîşeke hevpar pêş bixin.  Gerîlayan li hemberî van yekan hemûyan tedbîrên xwe standine û xwedî tecrûbeyên bi salan in. Xwe tim jibo ku derbên girantir li dijmin bixin û encamê bistînin amade dikin.

Dema dawî hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li Bakurê Kurdistanê gerîla şehîd bûn. Herî dawî hate ragihandin ku fermandar Alan Milazgîr, Berwar Dersim û Serhat Patnos şehîd bûne. Hûn dikarin qala sekn û jiyana van fermandarên hêja bikin?

Li hemberî dijminê dagirker heta niha berxwedaneke mezin tê nîşandan û em berdêlên giran jî didin. Herî dawî hevalên Hebûn û Botan li Amedê şehîd bûn. Van hevrêyên me ji bo azadiya gelê me bi salan ked û têkoşîneke mezin dan. Hevalê Hebûn fermandarekî ciwan bû, li gelek qadan karekî serketî kir. Li her qada ku lê ma kedeke mezin da. Li hemberî deleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê dixwest çalakiyên serketî bike. Ji xwe bi wê bawerî û biryardariyê derbasî qada Bakur bû. Hevalê Botan ê pê re şehîd bû ciwanekî ji Botanê bû. Bi salan li eyaleta Amedê ma, xwe bi xwe perwerde kir, li ser bingeha felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş ve bir û da ser şopa lehengên Kurdistanê. Ev herdu hevrêyên me bi berxwedaneke mezin şehîd bûn. Di heman demê de derbên giran li dijmin ê dagirker xistin. Hem derb li artêşa Tirk hem jî li xayinên tevlî operasyonê bûn û dan pêşiya dijmin xistin. Heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Heval Alan Milazgîr ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hevalekî kevn bû, li gelek qadan têkoşiya bû. Ji salên 1997-98’an û vir ve me hevalê Alan nas dikir. Ji Botanê tevlî kar bûbû. Li Gabar, Mawayê gelekî mabû. Kedeke mezin dabû, tevlî gelek çalakiyan bûbû, tevlî êrîşên li dijî dijmin bû, derbên giran li artêşa Tirk xist. Hîn di ciwantiya xwe de tevlî karên cuda bû. Li ku derê çalakî hebûya tevlî dibû, ciwanekî li pêş bû. Salên dûr û dirêj li qada Dersimê ma. Li wir têkoşîneke mezin meşand, kedeke mezin da. Bi salan li Dersimê gerîlatî kir, fermandarî kir. Her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê demeke dirêj tevlî perwerdeyê bû. Piştre fermandarî ji eyaleta Zapê re kir. Herî dawî Fermandariya Îdare û Sewkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû. Li her qadê bi rola pêşengiyê radibû. Hevalê Alan weke fermandarekî ciwan li qada şer wezîfe kir. Li her qadê bîranînên xwe hebû. Herî dawî li tunelên şer ên Sîda Şehîd Dogan ên li herêma Zapê li dijî dijmin pêşengî ji berxwedaneke dîrokî re kir. Heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin ê dagirker şer kir û bi lehengî şehîd bû.

BI SALAN PÊŞENGÎ JI HEVRÊYÊN XWE RE KIR

Heval Berwar Dersim ku li herêma Gilîdaxê şehîd bû, di serî de Dersim li gelek qadan bi salên dûr û dirêj wezîfe kir û têkoşiya. Endama Hêzên Taybet bû, kesayeteke fedaî bû. Fermandarek bû ku bi sedan heval bi rê ve dibir. Hem di nava hevalên jin hem jî di nava hevalên mêr de bi vî rengî dihate naskirin. Di nava şert û mercên herî giran de jî hevrêyên xwe dixist nava liv û tevgerê, koordîne dikir û fermandareke şer bû. Li ser vê bingehê bi salan ked da. Salên dawî wezîfeya Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê bi cih dianî. Hevala Berwar di gelek raporên xwe, gelek bîranîn û nivîsên xwe hene. Hevala Berwar li ser taktîk, teknolojî, rê û rêbaza dijmin gelekî kûr dibû, têkoşîna li hemberî vê yekê lêkolîn dikir. Hem ji aliyê rêxistinî hem jî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve gelekî zane bû. Ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk, taktîkên dema nû û rêbaza şerê tîm ê pispor bi serketî bi cih bîne, tîmî xwe bi pêş ve dibir. Lewma em ê hevala Berwar ti carî ji bîr nekin.

Min hevrê Serhat Patnos jî demeke dirêj nas dikir. Pratîka xwe bi giranî li Botanê meşand. Hem şervan bû, hem jî salên dûr û dirêj wezîfeya fermandariya eyaletê kir. Li Xakurkê demeke dirêj ma, fermandarî kir. Lê belê herî zêde li Botanê ked da. Beşdarî gelek çalakiyan bû. Ji malbat û çandeke welatparêz bû, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û xeta azadiyê re diyar û kûr bû. Ji Botanê çend caran rapor ji rêveberiyê re nivîsî ku çalakiya fedaî bike. Di nava şert û mercên herî giran de dixwest li ser eta Zîlan çalakiyê bike. Li hemberî dijmin xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Ji xwe ji bo derbên giran li dijmin bixe derbasî herêma Botanê bûbû. Hem heval Alan, hem heval Berwar hem jî heval Serhat ji Serhedê bûn. Ji çandeke berxwedêr bûn, li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê tevlî perwerdeyê bûn û bi salan pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Şêxmû Milazgir jî li Serhedê şehîd bû. Heval Bêrîtan Nûrhak li herêma Kerboranê şehîd bû. Heval Herekol Gever, Axîn Gabar jî şehîd bûn. Van hevrêyên me bi berxwedan, sekna xwe şopên dewlemend ji me re hiştin. Weke hevrêyên wan em ê bidin ser şopa wan, azadiya Kurd û Kurdistanê timî ji xwe re bikin armanc. Bi vî rengî em ê bibin hevrêyên wan. Em careke din di şexsê van ehvrêyan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku dilsozê wan bin.

Weke ku tê zanîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur bênavber dewam dikin. Li eyaleta Bakurê Kurdistanê rewş bi giştî çawa ye û hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li temamiya eyaletên Bakurê Kurdistanê bênavber operasyon hene. Herî dawî beriya 2 mehan li Amedê, bi taybetî li qada Botanê, Besta, Kato, Herekolê operasyonan destpê kirin û dewam dikin. Ji xwe dem bi dem di medya erê taybet de tê ragihandin ku li hin herêman qedexe hatiye ragihandin. Ji Dersimê heta Amed, Mêrdîn, Garzan û Serhedê li hemû eyaletan operasyon hene. Dijmin hewl dide bi rêya van operasyonan liv û tevgera gerîla rawestîne. Jİ ber ku dijmin ji gerîlayên Bakurê Kurdistanê ditirse. Ji ber vê jî bênavber operasyonan dike. Di şer de hin hevrêyên me şehîd bûn, dijmin çiqasî veşêre jî derbên gelekî giran xwar. Qet qala çalakiyên gerîla nake, zanin ku di şer de gelek windahiyên wan hene. Lê belê mîna ku qet çalakî nebûye, windahiyên xwe bi rengê qeza û rêbazên cuda eşkere dike.

Dixwaze hem ji raya giştî hem jî ji gelê Kurd re bibêje li Bakur gerîla nema ye û bi vê yekê bide bawerkirin. Lê belê dem bi dem xwe bi xwe jî derew derdixîne. Madem gerîla nîne li hemû eyaletan çima operasyon bênavber têne kirin. Li hemberî van operasyonan gerîlayên Bakurê Kurdistanê sekneke berxwedêr nîşan dide. Gerîla li hemberî hêza teknîkê ya dewleta Tirk dikare xwe biparêze û dema dixwaze jî çalakiyan dike. Dewleta Tirk van operasyonan bi serkêşiya cerdevanên xayin-noker dike. Berê jî rewş bi heman rengî bû. Ji destpêka têkoşîna çekdarî û vir ve dijmin serî li van rêbazan dide. Naxwe artêşa Tirk li gel derfetên xwe hemûyan jî nikare li çiyayên Kurdistanê bi vî rengî operasyonên bênavber bimeşîne. Mixabin rola xiyanetkar û nokeran di operasyonan de heye. Di operasyonên dawî yên li Amedê de jî bi xwe gotin, hin cerdevan birîndar bûn.

Dema ku heval Hebûn û Botan ketin şer, dijmin windahiyên mezin da. Dijmin noker, xayinan bi kar tîne. Xayinên ku bi vî rengî xiyanetê li welat, gel, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikin wê cezayê xwe bibînin. Dijmin di van operasyonan de hem hêza xwe ya teknîkê hem jî sîxurên xwe bi kar tîne. Mehên Payîzê jî wê operasyon dewam bikin. Armanca wan ew e ku nehêlin gerîla amadekariyên bikin. Lê belê di şer de şehadetên me hebin jî dema ku mirov şer bi rengekî giştî dinirxînin, dibînin ku artêşa Tirk bi van operasyonan negihîştiye armanca xwe. Gerîlayên Bakurê Kurdistanê wê ne tenê xwe biparêzin, di heman demê de li dijî dijminê dagirker wê çalakiyan jî bikin. Demsal jî li gorî vê yekê guncaw e. Em di wê baweriyê de ne ku gerîlayên Bakurê Kurdistanê wê li ser vê bingehê wezîfeyên xwe bi cih bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sûltan Yaray: Heta ku tecrîd bi dawî nebe zext û êrîş wê dewam bikin
Nûçeya Pişt re Kongra Star bang li Konseya Ewropayê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aştî û parastina wê tenê bi têkoşînê dibe

Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan diyar kir ku di vê pêvajoyê de gavên divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Elyas: Polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas diyar kir ku dewleta Tirk a qirker dixwaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tambov û Saratov komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li bajarên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?