Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî “Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan” [9]
1–î Marsî 2021
Qazî: Sebaret be ew kitêbe wekû berêzt amajet kird be pirsyarêkî ke profêsor Welî kirdûyetî wa diyar e ewîş babetêkî nûsîwe le ser kitêbeke, mamosta Enwer Sultanîş nûsîwye. Dr.’Usman Isam’îl nûsîwyetî, kak ‘Elî Kerîmî nûsîwyetî, hawrêyekî dîkeş nûsîwye nazanim êsta bo nawîm webîr naye. Diyar e rexne le ser kitêbeke heye belam le heman kat da hemûyan tekîd le ser ewe deken, pêdagrî le ser ewe deken ke ew kitêbe dekrê merce’êk bê, wesîleyek bê, amrazêk bê bo lêkolînewey ziyatir sebaret be têkelawî bizûtnewey çep û bizûtnewey Kurd û yek şitî dîkeye ke min le rîzî motîvekanim le bîrim çû basî bikem ewîş eweye ke emin pêm waye. Laşayî legel eweş da le fikrî xoy paşgez bûwewe û çû û le têlêvîzyon da qisey kird belam be sê çuwar nîşane u belgey ke hem le nûsînekanî da heye û hem duwatir deybînîn nîşan deda ke ew kese le pêwendî ‘atîfî û xoşewîstî be nîsbet gelî Kurd be qed zereyekîş kem ne bûwetewe bo numûne le kitêbekey da basî ewe deka delê wextayek ke îdî Sawak berî dabûm û kesêkyan la da nabûm, belam bo kontirol hemîşe kesêkî legel bûwe.
Rojêk bangî dekenewe bo Sawak û Kurdêk lewê wek berpris debê ew Kurde pêy delê êsta ke ême ew ” rêgiraneman” le naw birdûwe were herçî netgutûwe bîllê. Delê her ke ew qisey kird emin kaxezekanî ber destim ko kirdewe û gutim diyar e eto piyawêkî zor xwêrî qisey wa dekey û bexom gut herçî debê ba bibê hestam ewêm becê hêşt. Duwatirîş ewey ke legel xanimêkî Kurd zewacî kirdûwe û pêm wa nîye eweş be helkewt bê. Duwatir katêk ke cimhûrî îsalmî hatûwete ser kar û mecbûr debê Iran becê bêlê, Perwîzî Nîkxa ê’dam kirawe û be îhtîmalî zor ewîşyan girtiba ê’damyan dekrid, le kitêbekeyda basî ewey kirdûwe leber ewey Kurdî zanîwe çon tuwanîwyetî le nawçekanî Bakûrî Rojhelatî Kurdistan ke pêyda tê perîwe ew zimane be kar bênê. Duwayeş ke çuwete Emrîka delê yekem şitî ke zor zor tesîrî le ser kirdim dîtinî wêney ê’damî ew gence Kurdane bû le firokexaney Sine ke çawim pêy kewit. Delê ew tabloye tesîrêkî zor zor qûlî Le ser naxî min dana, duwaye bo numûne le resmekanîşîda le Emrîka debînîn, diyar e Kurişî Laşayî le salî1979 ke le Iran hatûwete derê û çûwete Emrîka û heta 2002 ke be daxewe be nexoşî seretan çawî wêl nawe dew maweye da hîç çalakîyekî siyasî ektîvî nebûwe çunke lew çawpêkewtneyda legel Hemîdî Şewket basî ewe deka, belam le wênekanda debînî le balmaske da rank û çoxey kurdî deber kirduwe legel hawjînî kurdî û mindale çikolekanyan cilubergî Kurdîyan deber daye yan le wêneyekî dîke da kiçe gewrekey pêm waye Ceyran e.
Dr. Ceyran Laşayî wextêk zewacî kirdûwe be cilî bûkênîyewe suwarî esip bûwe û Kuriş cilewî dekêşê her wek bûkgiwêstnewe le ladêy Kurdistan. Yanî emin bew netîceye geyiştim kuriş Laşayî ew mihebet û ew xoşewîstîyey Ke nîsbet be Kurd heybûwe hestî kirdûwe û heta axir demî jiyanîşî legelî bûwe paşaneke ew kitêbe detwanê wekû basim kird zemîneyekîş bê bo lêkolînewey ziyatir le ser birgeyek le bizûtnewey Kurd le salî 67–68, be taybetîş lewêda çawpêkewtinêk heye ke le ser binemay bernameyeke ke berêz Siyaweşî Goderzî le têlêvîzyonî Aryen pêşkêşî deka û qisey kirdûwe legel yekêk le pêşmergekanî paşamwey ew bizûtneweye. Emnîş tuwanîm wituwêjêkî legel bikem nawî ‘Umer Xidirzade ye ke eweş zor çawrakêşe bo ewey ke lêkolînewey ziyatirbikrê sebaret bew hereketey salî 46-47û pêm waye eger ew kitêbe bitwanê xizmetêk bika be rûn Kirdnewey ew birgeye le mêjûy siyasî Kurdistan ewe mandûyî minî pê dehesêtewe.
Xakî: Zor sipas kak Hesen giyan. Kesek gerekî bê ew kitêbe peyda ka çon detwanê?
Qazî: Diyar e be rêgay Facebook da zor kes dawayan kirdûwe û ew kitêbe. Zor carîş bom bas kirdûn ke çon peyday biken belam heta êsta zor kem kes daway kirdûwe. Kitêbeke Enîstîtûy Kurd le Brûksêl bilawî dekatewe û adrêsîşî online heye. Diyare êsta le ber êpîdêmî Koronaye hezîney postî çûwete sertir debê hem qîmetî kitêbeke û têçûy postî binêrdirê bo Enîstîtû û be E-mail agadar bikrên ke pareke xirawete ser hîsabyan u ca Enîstîtû boyan denêrê.
Xakî: Zor sipas kak Hesen giyan hîwadarim le bernamekanî dîkeş da bituwanîn bêyne xizmetit. Bîneran û bîseranî berêz bem coreş hatîne kotayî em bername. Pêwîste wekû hemû carê sipasî hawkaranman bikeyn. Heta çawpêkewtinêkî tir her bimênin be şadî û salmetî. Zor sipas kak Hesenî berêz.
Qazî: Sipasit dekem kak Mihemed giyan zor memnûnim.
Dirêjey heye…